Velî Encu: 'Bîrdariya Roboskî' çima hat rakirin?

Serokê Roboskî-Derê Velî Encu: Kujerên Roboskî, berî xwîna li ser destê xwe jê bibin, li cihê ku bîrdariya ji bo 34'an hatibû amadekirin, vegeriyan.

Komeleya Aştiyê ya ji bo Edaletê û Roboskî (Roboskî-Der), ku ji bo lêgerîna li edaletê ji bo 34 mirovên li Roboskî di bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, hatibû avakirin, bi biryarnameya dawî re hat girtin.

Tevî ku di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûn, kiryar hê nehatine dîtin. Di ser re bi dehan doz li malbatan hatin vekirin û hewl hat dayîn pêşî li lêgerîna wan a li edaletê bê girtin.

Ji bo bîranîna mirovên li Roboskî hatin kuştin, li navçeya Peyas a Amedê 'Bîrdariya Roboskî' hatibû amadekirin. Lê belê polîsên Tirk duh ev bîrdarî ji şûna xwe rakir û tabelayên navê qurbaniyan li ser nivîsandî bû, şikandin.

Serokê Roboskî-Derê Velî Encu li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, xweranegirtina dewletê li malbatên Roboskî roj bi roj mezin dibe. Encu got, "Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan bi gotina 'hûn radibin rûdinên dibêjin Qilaban' aciziya xwe ya ji ber rojevkirina mijarê nîşan dida. Êş li êşên me zêde kirin; ji bo hê girantir bikin çi ji destê wan hat kirin. Tevî vê yekê, ji bo gunehê xwe binixumînin û ji bo bikin ku bûyer neyê bîranîn, çi ji destê wan hat kirin. Piştî hewldana darbeyê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak got, 'Komkujî ji aliyê rêxistina terorê FETO ve hatiye kirin û wê rêya dadgeriyê vebe'. Lê belê di sala 5. a komkujiyê de bi girtin, binçavkirin û astengkirina bîranînê re hewl dan pêşî li vê bigirin. Ji her halî ve gotinên wan hev nagirin. Bi rengekî ne samîmî tevdigerin û karên ne samîmî dikin."

'GELO JI WAN HEYE KU BI RAKIRINA BÎRDARIYÊ RE EM Ê JI  BÎR BIKIN'

Encu da xuyakirin, rakirina Bîrdariya Roboskî ji aliyê qeyûm ve malbat gelekî êşandiye û got, "Em bi rêya çapemeniyê pê hesiyan. Êşa malbatên li vir girantir kir. Em êdî matmayî namînin. Gotina 'Roboskî wê di nava tarîtiya Enqereyê de winda nebe' gotina Serokwezîrê wê demê Erdogan e. Ji aliyekî ve vê dibêjin, li aliyê din jî ji bo mijarê ji rojeva raya giştî bixîne, serî li rê û rêbazên bi vî rengî didin. Dema me li wêneyê bîrdariya hat hilweşandin temaşe kir, dît ku tabelayên nav li ser hatibûn nivîsandin, hatine şikandin. Ji wan heye ku ev bîrdarî nebe, em ê ji bîr bikin; lê xwe dixapînin."

'ÊŞÊ LI ME ZÊDE NEKIN'

Velî Encu pirsa "Hûn ê vê êşê çawa ji hişê me derxîne?" pirsî û diyar kir, bi rakirina bîrdariyê û girtina komeleyên wan, nikarin pêşî li têkoşîna wan a edaletê bigirin. Encu got, "Her tiştên ku ev 5 sal in wan gotine, vala ne. Em êdî li pêşberî bûyerên diqewimin matmayî namînin. Em hînî vê bûne. Heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila samîmî bin. We gotin 'komkujî ji aliyê FETO ve hat kirin', wê çaxê ev xweranegirtina we ji ber çi ye? Gelo bîrdarî jî ji aliyê wan ve hat rakirin? Bes êşa me zêde bikin. Kujerên Roboskî, berî xwîna li ser destê xwe jê bibin, li cihê ku bîrdariya ji bo 34'an hatibû amadekirin, vegeriyan.