'Vejîna di nava vejînê de'

Tevgera azadiyê ya jinê, xwe ji nav têkoşîna afirandina nasnameya azad a Kurd afirand. Ji nav vejîna nû bû vejîn. 27 Mijdarê, ji aliyê nasnameya jina azad ve zayînek e. 

Her hilpekîna azadiyê, weke berhemeke pêwîstiya civaka dîrokî derdikeve. Ev hilpekîn tenê ne bi aliyê bîrdozî ve; ji aliyên rêxistinî, çalakgerî, felsefî, exlaqî ve jî heke mohra xwe li dil, raman û teşeya jiyana civakê dabe, weke meşeke bi heybet ketiye rêya xwe êdî. PKK a ku 27’ê Mijara 1978’an bi fermî dest pê kir, weke dilsozê vê diyalektîka azadiyê ev 40 sal in meşa xwe ya bi heybet didomîne.

Xwedîderketina li pirsgirêka Kurd a ku hemû pirsgirêkan di nav de bibûn girêk, bi faşîzm û dagirkeriyeke bê mînak re rû bi rû mayî, ne karekî hêsan bû û wêrekî dixwest. Rêber Ocalan bi wêrekî dest bi çareserkirina vê pirsgirêkê kir. Piştî rêxistinkirina komeke biçûk, paşê jî pêl bi pêl gel rêxistin kir. Hêj komeke biçûk, ji êrîşên dewletê bigirin heta êrîşên derdorên şoven û nijadperestan bû armanca êrîşên derdoreke fireh. Li Kurdistanê ji bo tu wêrekiya azadkirinê nîşan bidî divê tu tevahiya van derdoran bigirî pêşberî xwe. 

ŞEHÎDÊ PÊŞÎN HAT DAYÎN

Hêj tevger di qonaxa xwe ya koma destpêkê de, bû armanca êrîşên şoven û nijadperestan û şehîdên xwe yên destpêkê dan. Li Dersimê Aydin Gul, li Dîlokê Hakî Karer, di encama êrîşên van derdoran de hatin şehîdxistin. Dewlet rasterast berê xwe nedida şoreşgeriya Kurd a nû rû da; baweriya xwe bi van derdorên şoven û faşîst, her wiha rewşa gel a tê de baweriya xwe dianî. Ji xwe wisa bawer bû ku şoreşgerên Kurdistanê li hemberî vê nikarin li ber xwe bidin û wê ciwanên şoreşger ên Kurdistanê nekarin bijîn. Li belê hesabê wan li hev nehat. 

HESABÊ ŞAŞ HATE KIRIN

Hesabê şaş; pêkhateya Rêber Ocalan a hişmendî û tevgera wî ya azad, serbixwe û rikber bû. dilsoziya wî ya xurt a rêxistinkirinê û hêza wî ya hevrêtiyê û girêdanê bû. Dewletê got qey wê bi çend arastebûnan vê rastiyê ji holê rake. Lê belê li gel hemû ceribandinên xwe nekarî bisekinîne. Şahadeta Hakî Karer, berevajî, biryardariya meşa azadiyê û rêxistinbûnê zêdetir derxist holê û ev jî bû hêza partîbûnê. Dilsoziya bi Hakî Karer re weke girêdana mirovê azad, xwişk û biratiya gelan û hevrêtiya pîroz veguherî biryardariya 27’ê Mijdarê, ango damezrandina PKK’ê. Li Kurdistanê partîbûna PKK’ê bû destpêka zayînekê. 

DI NAVA VÎ CEWHERÎ DE TEŞE GIRT

Gelek girîng e ku mirov cewhera destpêkê bibîne. Tevgera Azadiyê ya Jinê, bû ‘Di nava vejînê de ji nû ve vejîn’, mirov dikare wiha pênase bike. Her diyardeya pêş dikeve, ji pêşketin û diyardeyên paşê pêş dikevin jî bandor dibe; lê belê ya esas cewherê wê yê destpêkê ye. Di dema destpêkê yê komê de xisleta PKK’ê biryardarbûna 27’ê Mijdarê de wêrekî, têkoşîna îdeolojîk a azadiyê û avakirina rêxistinbûna vê heye. Wekî din, jixwe ne pêkan bû ev têkoşîn bi ser biketa.

RÊXISTINA KU TIYÊ AZADIYÊ YE

Bi geşbûna têkoşînê re, mîna şînbûna tovekî ev tovê azadiyê xwedî kiri û kir ku şîn hat û zîl bide. Bû rêxistinya ku tiyê azadiyê bûn û helbet jinên ku pir hewcehiya wan bi azadiyê hene di nav vê partîbûnê de her roj cihê xwe zêdetir standim. Destpêkê bi giranî bi rengê têkoşîna nasnameya Kurd û têkoşîna giştî cihê xwe stand. Em nikarin tevlêbûna wê demê mîna tevlêbûneke giştî ji nakokiya zayendî û têkoşîna wê serbixwe binirxînin. Di vê hêlê de hişmendiyeke îdeolojîk têra xwe geş nebûye lê bi rastiyeke wiha heye ku bi lêgerîneke jinê tevlê bûne.

DI PARTÎBÛNÊ DE TEVLÊBÛNA JINÊ

Di nêzîkatiya Ocalan de jî ev tê dîtin. Li hêlekê di şexsê Fatma de li dijî paşverûtiya jinê têkoşîneke mezin tê dayin, li hêla dî ji bo geşkirina azadiya jinê kedeke mezin da. Li dijî nêzîkatiyên paşverû ya li ser mijara ku jin tevlê partiyê bibin û bibin artêş xwedî helwesteke pir berbiçav bû ku jinê tevlê bike. Jinan her ku tevger nas kirin bi çiyan de herikîn. Jiyana di şertên herî dijwar de û bi qehremanî şehîd bûn tercîhî jiyana bi kevneşopî kirin.
Biryardarbûna li ser 27'ê Mijdarê, giyanê azad ku ev biryar di xwe de vedihewand, hevrêtiya pîroz, hevaltî, israr û înada li ser têkoşînê ew dida jiyîn. Û mîna gelê Kurd, jina Kurd jî bêhna vê azadiyê dikir. Ev her wiha ew nêzîkatî bû ku nakokiya zayendî ya dîrokî û pirsa jinê xwe deyne ber çareseriyê.

ARTÊŞ Û PARTÎBÛNA JINÊ

Dawiya dawî PKK hem azadiya civakî û hem jî azadiya takekesî daye ber xwe. Destpêkê çarçoweya giştî li pêş bû, her ku têkoşîn geş bû, Ocalan li gel dahurandinê giştî, dahurandinên takekesî jî geş kir. Bi Kongreya 3'yan re ev bû rêbazeke esasî di nav PKK'ê de. Ev rêbaz jî di qonaxên geşbûna xwe de, ji rasteqîniya takekesî, netewî, civakî û deverî hela bi rasteqîniya zayendî bû xwedî naveroka dahurandinê. Hebûna jinê ya di nav partî û artêşê de, têkoşîna ku dida jî, bi demê re veguherî ser hişmendiya zayendê, rêxistiniya zayendê, artêşbûn û partîbûna jinê.

CIHÊTIYA KU PKK'Ê AVA KIRÎ

Di serhildanên dîroka Kurd de jinan jî li ber xwe daye. Her wiha li cîhanê bi rengên cuda jin bûne xwedî rêxistiniyên zayendî. Lê rewşa di nav PKK'ê de, hem ji hêla reng, zêdebûna hijmarî, hem ji hêla rêxistiniya îdeolojîk, leşkerî, hişmendiyê ve û hem jî bi rêxistiniya giştî re, bi zevtkirina diyalektîka rêxistiniya resen, ji hêla sentezkirina nakokî û hêlên wê ve cuda ye. Ev cîhan ji bo têkoşîna azadiya jinê destkeftiyeke mezin e.

Di vê destkeftinê de destpêkê şêwaza Ocalan, şehîdbûna hevrêyên me yên jin û mêr û mîrata têkoşînê ya ku her roj mîna xelekekê lê zêde dbûyî hevrêtiya herî watedar, dilsoziya hevaltiyê, israra wê bi roleke girîng rabûye. Her yek jê ji hêla PKK'ê û tevgera jinê ya îro, karakterê sereke yê PAJK'ê, KJK'ê û YJA Starê danîne.

JI HÊLA JINÊ VE PKK

Ji hêla jinê ve 27'ê Mijdarê û PKK bûye parçeyeke ji jiyanê ku azadî lê tê jiyîn. Ev jiyaneke wiha ye ku bi nasnameya xwe, bi hebûna û têkoşîna xwe pê şanaz e. Duh wiha bû û niha jî wiha ye. PKK ya ku di nav xwe de veguherînê dijî, niha hewl dide têkoşîna azadiyê bi rengekî radîkaltir ji hişmendiya serwer qut bike. Li hêlekê hêmanên rast û mayinde yên paşerojê îro mîna mîrateyê dide jiyîn, hêlên ku terisînên hişmendiya serwer in û xwe dispêrin konjonktûra sedsala 20'an lê xîtabî niha nakin jî li paş têne hiştin. Ev nêzîkatî PKK'ê ya ku mohra xwe li têkoşîna gelan a Rojhilat dayî zêdetir geş dike; karîgeriyeke erênî li têkoşîna azadiya jinê dike.

Giyanê azad û serbixwe û karakterê di têkoşînê de bi israr ê 27'ê Mijdarê destkeftiyên ku heta niha hatine afirand. Heke bi vî rihî li peywirên pêvajoyê mirov li berpirsyariyên dîrokî xwedî derbikeve wê dengê jiyana wekhev û azad were bihîstin.