Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn

Li Amedê bi pêşengiya HDP, DBP û Saziyên Civaka Sivîl ji ber Cejna Remazanê Serokê Bajêr ê Amedê yê HEP’ê Vedat Aydın  li ser gora wî hate bibîranîn.

Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin, wekî her cejnê, di vê cejnê de jî li ser gora xwe hat bibîranîn. Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de li mala xwe ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî hatibû dîtin. Wekî her cejnê, di vê cejnê de jî li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn.

Di bîranînê de Wekîla HDP'ê Feleknas Uca, Hevserokê HDP'a Amedê Cabbar Laygara, birayê Aydin, Veysî Aydin, rêveberên HDP û DBP'ê jî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de Laygara axaftinek kir û ev tişt got: "Bi hezaran hevrêyên me, rêveberên partiyên me, şaredarên me, parêzerên me û rojnamegerên me hatin qetilkirin. Ew qas dem derbas bû lê hêt tu guhertinek tune.

Dîsa kurd li ber xwe didin. Komkujiyan vê carê rêbaz guhert. Dîsa bi hezaran hevrêyên me di girtîgehên Tîpên F de ne."Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî aşkera kir ku cejin rojek taybet e û wiha axivî: "Di jiyana her gelî de rojên taybet hene. Di van rojên taybet de mirov bi hêvî dibin. Em jîî hêvî dikin ku ev cejn rojên aştî û aramiyê bînin. Bi vê hêviyê em cejna her kesî pîroz dikin."