Vedat Aydin hate bîranîn: Dewlet kujer e!

Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin hate bîranîn.

Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 28 sal berê di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji malê hat revandin û di 7'ê Tîrmehê de cenazeyê wî li Navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin. Cenazeyê Aydin di 10'ê Tîrmehê de hat veşartin. Bi sed hazaran kes beşdarî merasima cenaze bûbûn û cenazeyê Vedat Aydin li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê defin kiribûn. Bi minasebeta salvegera kuştina Vedat Aydin endam, rêveber û parlamenterên HDP, nûnerên siyaseta Kurd, Birayê Vedat Aydin Veysi Aydin û gelek kesên din beşdarî merasîma bîranînê bûn. Bîranîna li ser gora Vedat Aydin bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bernameya bîranînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku Vedat Aydin şoreşgerek û mamosteyekî gelek mezin bû û wiha got: "Aydin, pêşengê Siyaseta Demokratîk bû. Rûmeta gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê hêzên tarî 28 sal berê Vedat Aydin qetil kirin. Dibe ku Vedat Aydin bi fizîkî ne di nava me de be. Lê bi fikrên xwe û manevî di dilê sed hezaran kesî de ye. Bi sed hezaran Vedat Aydin pêş ketin. Îro bi milyonan mirov ji bo aştî, demokrasiyê ava bikin di rêya Vedat Aydin de dimeşin. Vedat Aydin nemiriye. Di dilan de dijî."

Birayê Vedat Aydin Veysi Aydin, jî anî ziman ku birayê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û wiha got: "28 sal borîn hêj kujerê Aydin nehatiye dîtin. Bi salan e em li pêy vê kuştinê ne. Lê hêj kujerê wî eşkere nebûye. Ji dirokê heta niha ev yek li ser Kurdan ferz kirine."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari jî anî ziman ku kujerê Vedat Aydin diyar e û tevî vê yekê 28 sal in kujerê wî nehatye eşkerekirin û got: "Hêj hişmendiya dewletê nehatiye guhertin. "

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî anî ziman ku Vedat Aydin girêdayî nirxên xwe yên neteweyî bû û wiha got: "Dengê aştî û demokrasiyê bilind dikir. Ji bo vîna gelê Kurd a hişyar bûye bişkînin ev êrîş pêk anin. Yên dixwazin gelê Kurd belav bikin, êrîşa vîna gel dikin. Lê belê hêj têkoşîna gelê Kurd didome û wê bidome."