Vaye rapora li ser Şengalê ya ji aliyê Barzanî ve hate veşartin

Di rapora Rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ku li ser komkujiya Şengalê hate amadekirin, hat ragihandin ku di dema êrîşê de 18 hezar çekdarên PDK'ê li bajêr bûn û bêyî ku parastinekê bikin, vekişiyane.

Di rapora têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên 3'ê Tebaxa 2014'an de, hat ragihandin ku li Şengalê, bajarok û gundên wê 18 hezar çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hebû.

Televîzyona KNN a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike diyar kir, heyeta ji 500 kesî ya ji Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Pêşmergeyan û Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê pêk tê, li ser endamên lêkolînên xwe di Îlona 2015'an de raporek amade kir û pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Tevî ku di ser komkujiyê re 3 sal û di ser amadekirina raporê re 2 sal derbas bûne jî, rapor hê nehatiye eşkerekirin. KNN'ê naveroka raporê û navê fermandarên pêşmergeyan ên di dema dagirkeriyê de li herêmê bûn weşand û diyar kir, dema DAIŞ'ê êrîş kir, 18 hezar hêzên çekdar ên PDK'ê li herêmê bûn.

Li gorî nûçeyê, di beşa leşkerî ya raporê de, di dema komkujiyê de ev hêzên PDK'ê li herêmê bûn:

*Li herêma Rebîayê, hêzên Zêrevanî (Hêzên taybet ên PDK'ê) yên bi fermandariya Mûsa Gerdî

* Hêzên Lîwa 17'an a Şengalê ya bi fermandariya Serbest Bapîrî

*Hêzên antî terorê yên Şengalê yên bi fermandariya Wehîd Kovlî

*Hêzên Duhokê yên bi fermandariya Şêx Elo

*Hêzên Zêrevanî yên bi fermandariya ji fermandarên Zêrevanî Seîd Kêsteyî

*Yekîneyên Zêrevanî yên 14. ên bi fermandariya Hemîd Hecî Xidir.

Di vê beşa raporê de tê destnîşankirin, ku di dema fermanê de 18 hezar hêzên çekdar ên PDK'ê li Şengalê bûn û ev hemû hêz jî bi Serokê Îstîxbarata PDK'ê (Parastin) kurê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî Mesrûr Barzanî ve girêdayî bûn.

Li gorî nûçeyê, têkildarî aliyê însanî û encamên komkujiyê di raporê de ev agahî hatin dayin:

*6 hezar û 417 kes ketin destê çeteyên DAIŞ'ê

*Aqûbeta 3 hezar û 325 kesî hê nayê zanîn

*Li 45 gorên komî cenazeyên Êzidiyan hatin dîtin

*Tenê di dema komkujiyê de hezar û 293 kes hatin kuştin

*380 hezar kes ji cih û warên xwe bûn û bûn penaber

*Piştî komkujiyê 100 hezar Êzidî Herêma Başûrê Kurdistanê terikandin

*Hezar û 770 zarok bê bav man

*427 zarok bê dê man

*365 zarok bê dê û bê bav man

*65 cihên pîroz û goristanên Êzidiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hati teqandin.