Vaye kapsula çeka kîmyewî ya li Girê Amediyê hate bikaranîn

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, careke din hate bi belgekirin. Gerîla dîmenê kapsulekê kişand ku tê de madeyên kîmyewî heye.

Gelek delîl û belge hene ku nîşan didin, dewleta Tirk di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de giraniyê dide bikaranîna çekên kîmyewî.

Li gorî bîlançoya sê mehên dawî ku HPG'ê 15'ê Tîrmehê eşkere kir, artêşa Tirk ji 14'ê Nîsanê heta 14'ê Tîrmehê herî kêm 1198 caran çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û termobarîk bi kar aniye.

Rojek piştî eşkerekirina vê bîlançoyê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 15'ê Tîrmehê jî 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrîş hatine kirin.

Kamerayên gerîla, têkildarî çekên kîmyewî yên têne bikaranîn belgeyeke nû raxist pêş çavan.

Gerîlayan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan ên li Qada Berxwedanê ya Amediyê, dîmenê kapsuleke kîmyewî kişandin û gotin, "Ev dîmen di 11'ê Tîrmeha 2022'an de hatiye kişandin."

Heman gerîla dibêje, "Ev qutiya ku tê dîtin, 10'ê Tîrmehê dema ku dijmin bombardûman li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan dikir û dixwest bi pêş ve bê, dema ku madeyên kîmyewî bi kar dianî, kete hundir. Li ser wê ti nivîs nîne. Toz ji nava qutiyê derket."

Nivîsên li ser kapsula ku kete hundirê tunelên şer, ji ber şewatê jê çûn. Gerîlaya ku ji kamera re diaxive dibêje, madeya di hundirê kapsulê de piştî ku dişewite dibe mîna toza komirê.

Gerîla dibêje, "10'ê Tîrmehê ji saet 05:30 heta 07:00 tunelên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin, 4 caran jî çekên kîmyewî li ser çeperan hatin bikaranîn. Ev jî qutiya çeka kîmyewî ye, ku hatiye bikaranîn."

ANF'ê di 16'ê Tîrmehê de dîmenek li ser bikaranîna çekên kîmyewî weşandibû, ku dewleta Tirk di bi kar dianî.

Di dîmenê nû de ku di nava şert û mercên gelekî giran de hate kişandin, dihate xuyakirin ku leşkerên artêşa dagirker li tunelên şer ên li Werxelê amadekarî dikirin ku çekên kîmyewî bi kar bînin.