BI DÎMEN

Vaye çeteyên ku dewleta Tirk şandiye Amediyê!

Çeteyên ku dewleta Tirk ji Sûriyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê kir, li gundên herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê hatin dîtin û dîmenê wan hate kişandin.

Têkildarî çeteyên ku dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye agahiyên nû, belgeyên nû derdikevin holê. Hewlêr û Bexda hîn jî xwe kerr û lal dikin. Bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vê talan û dagirkeriyê.

Herî dawî rojnamevan Huner Ehmed çû gundê Belavê yê navçeya Amediyê ya Dihokê û dîmenê wan çeteyan kişand ku dewleta Tirk ew li herêmê bi cih kiriye.

Rojnamevan Huner Ehmed diyar kir ku çeteyên li herêmê hatine bicihkirin riya wan dirêj e û bi hev re bi Erebî diaxivin.

Huner Ehmed got, "Hejmara çeteyên ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê li herêmê bi cih kiriye digihêje 600 kesî. Çete hemû ji Efrînê û Cindirêsê hatine anîn û niha di avakirina baregehên leşkerî yên nû de têne bikaranîn."

Berdevkê YNK'ê di 7'ê Tîrmeha 2024'an de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku nêzî 300 çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Berwarî Bala hatine bicihkirin. Ji hingî ve çete li herêmê têne bicihkirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 23'ê Tîrmehê di raporekê de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker 300 çeteyên DAÎŞ'ê ji Sûriyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye.