Ûca anî bîra PDK'ê: Xêr ji dijminê Kurdan nayê
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ev bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir: "Xêr ji dijminê Kurdan nayê. Ne li benda xêrê bin. Li dijî wan helwestê nîşan bidin."
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ev bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir: "Xêr ji dijminê Kurdan nayê. Ne li benda xêrê bin. Li dijî wan helwestê nîşan bidin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca destnîşan kir, li hemberî helwesta êrîşkar a AKP û neteweperestan a li dijî daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê, banga yekîtiyê kir û ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re got, "Xêr ji dijminê Kurdan nayê. Ne li benda xêrê bin. Li dijî wan helwestê nîşan bidin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca, êrîşa AKP'ê û netewperestan a li dijî daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê û hefteya dawî ya xebatên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê nirxand. Ûca bibîr xist, ji her alî ve êrîş li destketiyên Kurdan tên kirin û anî ziman, êrîşên zîhniyeta AKP'ê ne tenê li dijî Kerkûkê ne, ev zîhniyet di heman demê de êrîşî Rojava û Şengalê jî dike.
Ûca eşkere kir, AKP dema vê yekê dike cihêkariyê dixe nava Kurdan û wiha dewam kir: "Li aliyekî, Komara Tirkiyeyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê li Enqere, Stenbolê kir mêvan. Tê zanîn, beriya referandûmê ala Kurdistanê li Balafirgeha Stenbolê bi dar ve kirin. Lê belê gefê li daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê dixwin. Di vir de jî derdikeve holê, bê dijminatiyeke çiqasî mezin li gelê Kurd dikin. Ev yek, dijminatî û xweranegirtina wan a li gelê Kurd, radixe pêş çavan."
'XÊR JI DIJMINÊ KURDAN NAYÊ'
Ûca bibîr xist, ji bo civandina Kongreya Neteweyî ya Kurd wan gelek caran bang kirin û got, "Me gelek caran gotin, ji bo yekîtî û siberoja gelê Kurd divê em bibin yek. Pêwîste baş were zanîn, xêr ji dijminê Kurdan nayê. Dema mijar dibe hebûn û nasnameya Kurdan, zîhniyeta wan jî derdikeve holê. Me beriya niha gefên herî mezin ji bo dagirkirina Şengalê û Rojava ji van bihîstin. Niha jî Kerkûk xistine rojeva xwe. Ev yek jî siyaseta wan a qirêj radixe pêş çavan."
BANG LI RÊVEBERIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Feleknas Ûca destnîşan kir, MHP'ê û AKP'ê li dijî Kurdan tifaqeke eşkere çêkirine û got, "Ev hêzên navborî ti carî xwedî li Kurdan derneketin û hembêza xwe ji wan re venekirin. Li ser tinekirina Kurdan tifaq çêkirin. Nasname û zimanê Kurdan ti carî qebûl nekirin. Serokkomarê Tirkiyeyê bi gotina 'yek milet, yek al' ev yek gelek caran nîşan da. Herî dawî strana HDP'ê ya ji bo referandûmê qedexe kirin. Ji ber ku em dibêjin, em li dijî 'yek milet, yek ziman, yek alê' ne. Serokkomarê ku dest li zimanên cuda yên li Tirkiyeyê werdide, niha jî dest li ala li Kerkûkê werdide. Di vir de nakokiyeke mezin derdikeve holê. Ez bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikim. Li dijî dewleta Tirk a ku bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike, helwestê nîşan bidin. Axa Başûrê Kurdistanê û şehîdgehan bombe dikin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê bêdeng e. Zîhniyeta ku bombe li şehîdgehan dibarîne, niha jî dixwaze ala Kurdistanê li Kerkûkê bê xwarê."
RÊYA RIZGARIYÊ, YEKÎTÎ YE
Ûca destnîşan kir, ew hurmetê nîşanî biryara meclîsa Kerkûkê didin û biryara li ser mijarê tenê di destê gelê Kerkûkê de ye. Ûca bang li Serokkomare Tirkiyeyê jî kir ku bes welatên din tevlîhev bike. Ûca anî ziman, pêwîste ji bo Kerkûkê ew bibin yek û got, "Çawa ku em ji bo Kobanê bûn yek, niha jî ji bo Şengal û Kerkûkê divê tifaqa xwe çêbikin. Xwîna gelên li çar parçeyan tevlîhev bûye, têkoşîna wan a ji bo rizgariyê yek e. Ji bo siberoj, yekîtî û hevgirtina gelê Kurd, divê Kurd li çar parçeyan bi hev re tevbigerin. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi yekîtî û hevgirtinê dibe."
BANGA LI DENGDÊRÊN LI EWROPAYÊ
Di dawiya axaftina xwe de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca bang li dengdêrên li Ewropayê kir ku biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin.
Ûca got, "Dem dema seferberiyê ye. Dema têkoşîna li dijî dîktatoriyê ye. Dema guhertina çarenûsa xwe ye. Dema avakirina jiyaneke nû ya bi xêr e. Ji bo azadî, yekîtî û demokrasiyê, divê jin, ciwan, karker hemû bi hev re deng bidin. Her dengekî NA yê were dayîn, wê siberoja me ronî bike. Wê aştî û biratiyê bîne welatê me. Her dengekî NA wê tecrîda li ser Birêz Ocalan rake. Her dengekî NA wê bibe alîkar ku daxwazên girtiyan bi cih werin anîn."