Tûrnûvaya futbolê ya li Binarê Qendîlê didome

Tûrnûvaya futbolê ya Meclîsa Ciwanên Welatparêz a li Binarê Qendîlê ji bo bîranîna Helmet (Diyar Xerîb) dest pê kir, dewam dike.

Tûrnûvaya Futbolê di çarçoveya "Seferberiya Heftanînê" de ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Welatparêz ve ji bo bîranîna Helmet (Diyar Xerîb) dest pê kiribû.

Di çarçoveya tûrnûvayê de doh êvarê 2 maç hatin lîstin.

Tîma Lawanî Zewe hate pêşberî tîma Lawanî Kaşkan, tîma Gencanî Qendîlê jî li hemberî tîma Deştanî Zorkan lîst.

Di encamê de tîma Lawanî Zewe bi 7-1 li hemberî tîma Lawanî Kaşkan, tîma Gencanî Qendîlê jî bi encama 3-0 li hemberî tîma Deştanî Zorkan bi ser ketin.

Tûrnûva bi beşdariya 18 tîman pêk tê.