Turkoglû: Divê gel li dijî tecrîdê helwesteke zelal nîşan bidin

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê û çalakgera TJA’yê Turkoglû diyar kir ku heta ku tecrîd bi dawî nebe wê pirsgirêkên li herêmê jî çareser nebe û got ku, “Divê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê helwesteke zelal nîşan bide.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî bi rengekî giran tecrîdkirî ye. Tecrîda ku 21 sal in dewam dike, salên dawî girantir bûye.Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di rapora xwe de ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê, destnîşan kir ku ya li Îmraliyê tê kirin, tecrîd û îşkence ye. Bi rapora CPT re, daxuyaniyên Kurdistaniyan ên li ser tecrîdê li qada navneteweyî pişrast bû ku bi salan e Kurdistanî balê dikişînin ser vê rastiyê.

Endama Meclîsa HDP’ê û Aktivîsta TJA Halîde Turkoglu, têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, rapora CPT û rola Ocalan ya di pirsa çareseriya Gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

‘ÊRÎŞA LI DIJÎ AŞTIYA GELAN’

Turkoglu anî ziman ku ji sala 1999’an ve li hember Ocalan tecrîdeke berfireh heye û got: “Ev tecrîd li Tirkiyeyê êdî bûye weke rejîmekê. Hikûmeta AKP’ê bi taybet ji sala 2015’an ve ji bo desthilatdariya xwe li ser piyan bigire li hember Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî pêş dixe. Ev tecrîd tenê bi awayê fizîkî yanî tenê bi rengê ku peyama Birêz Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran û malbatê bide, negihîje gel û civakê nîne. Divê mirov vê tecrîde bi temamî weke êrîşa li hemberî aştiya gelan bigire dest.”

‘REJÎMA TECRÎDÊ LI TIRKIYEYÊ FAŞÎZM AVA KIRIYE’

Turkoglu da zanîn ku eger em behsa krîza demokrasiyê dikin, yek ji xisûsa çareseriya vê krîza demokrasiyê jî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk e. Turkoglu bilêv kir ku sedema ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin, tecrîda li ser Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “ Her wiha sedema din jî ev e ku rejîma tecrîdê li Tirkiyeyê faşîzm ava kiriye. Hikûmeta AKP-MHP’ê çima wisa dike? Çima tecrîdê giran dike? Tevahî desthilatdarî ji bo karibin xwe li ser piyan bigirin, timî rewşeke bi pevçûn û şer ava dikin. Şerê di navbera gelan, olan, nasnameyan de amûreke ji bo desthilatdarî hebûna xwe bidomînin.”

‘ASTENGIYA TIFAQA DEMOKRASIYÊ’

Turkoglu destnîşan kir ku di hundir de hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, hewl dide civakê bi hestên nîjadperest, şovenîst, polîtîkayên dijminê jinan xwedî bike û wiha domand: “Ji dema Komploya Navneteweyî heta niha eger em bêjin ev şer bi kêrî kê tê? Helbet di hundir de hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, hewl dide civakê bi hestên nîjadperest, şovenîst, polîtîkayên dijminê jinan xwedî bike. Ligel vê ekonomiyeke çekan a rejîma şer bi xwe re tîne heye. Ligel vê polîtîkaya sed salî ya dewletên weke Îngîltere, DYA, dewletên Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê jî endeksî şer e. Ev çi ye? Şerê Kurd-Tirk, di navbera gelan de astengiya tifaqa demokrasiyê ye. Ev bi vî awayî di nav civakê de tê xwedîkirin.

Em di roja me de behsa şerekî ku bi tecrîda li Îmraliyê bûye daîmî dikin. Her wiha yek ji amûra bingehîn a AKP dixwaze xwe ji krîza têde ye derxe, tecrîd e. Tecrîd niha di jiyana me ya rojane de heye. Ne tenê tecrîda li Îmraliyê rojane jî tecrîda ekonomiyê, tecrîda ji xweza û jîngehên jiyanê jî AKP’ê pêş xistiye. Dema mirov vê mijarê di aliyê têkiliya Kurdistan-Tirkiye, herêm û cîhanê de digire dest, xuya dike ku di ev nikare xwe timî wer bidomîne.

Lewma yek ji xisûsa girîng ew e ku divê tecrîd bê şikandin. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, di destpêkê de pêwîst e tecrîd bê şikandin. Bi şikandina tecrîdê re wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê muxatabê xwe bibîne, di meclîsê de wê bê nîqaşkirin. Ligel wê dê tevahî pirsgirêkên demokrasiyê yên ji aliyê vê rejîmê ve hatine rawestandin werin çareserkirin.”

RAPOR DIRENG MAYE

Turkoglu bal kişand li ser rapora CPT û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “ Rapora CPT di rojên dawî de yek ji rojevên bingehîn e. Gelek parêzvanên mirovan, pisporan bal kişandin ser girîngiya rapora CPT’î ya têkildarî tecrîda li Îmraliyê. Ev rapor ku ji aliyekî ve raporeke dereng maye û di naveroka wê de kêmasî hebin jî, cara yekemîn e diyar dike, tecrîd ew qasî bûye sîstemeke rejîmê. Yanî behsa Girtîgeha Îmraliyê ya di nav sîstema tecrîdê de dike. Belê cara yekemîn e ku tecrîd ji aliyê saziyeke fermî ve hatiye qebûlkirin. Di rapora CPT de têkildarî têkiliya Birêz Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata xwe re tiştekî zelal nîne. Di vê nuqteyê de xwedî kêmasî ye. Dîsa di vê raporê de dewletên endamê vê saziyê jî der barê tecrîdê de nehatin hişyarkirin. Diviyabû ev dewletên endamên vê organê der barê tecrîdê de hişyar kiriba.

Di nav van 21 salên tecrîdê de CPT heta niha tenê du rapor pêşkeş kirine. Di raporan de ne tenê tê diyarkirin ku Tirkiye bendewariyan nayîne cih. Yanî li gor armanca damezirandina CPT daxuyaniyek nîne. Ya rastî divê mirov têkiliya Tirkiye û dewletên pêwendîdar a bi tecrîdê re bigire dest. Ligel vê raporên CPT Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî eleqedar dike. Di vê mijarê de divê Tirkiye were hişyarkirin. Ji ber li Tirkiyeyê rejîmeke keyfiyetê heye. Tevahî welat û sazî vê dizanin ku rejîma yek kesî ya Tayyîp Erdogan heye.  Dîsa di raporê de têkildarî rewşa Birêz Abullah Ocalan ê 21 sal in di girtîgehê de ye daxuyaniyeke zelal nîne. CPT tenê di çarçoveya pêşniyaran de tişt gotine. Ev tê maneya ku li hemberî Tirkiyeyê di vê mijarê de ji bo ti mueyîde û pêkanînan derî venekiriye. Ev jî nîşan dide ku dê keyfiyet bidome.”

‘RÊYA SÊYEMÎN’

Turkoglu got ku têkildarî rakirina tecrîdê di asta navneteweyî de û li Tirkiyeyê gelek rolên girîng dikevin ser milê saziyên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl û siyasetê. Turkoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rewşa daîmî ya şer bi tecrîdê ve eleqedar e û ev tişt got: “ Di vê xisûsê em ji projeya neteweya demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan bigirin heta di mijara aştiya di nav gelan de bê çawa bi roleke pêşeng rabûye, em di pêvajoya 2013-2015’an de dibînin. Weke jin, kedkar, Kurd, ekolojîstan me ev dît.

Di asta gelan de divê demokrat, sosyalîst, azadîxwaz di asta navneteweyî de ji bo şikandina tecrîdê zextê li welatên xwe bikin. Ji ber ev şer tenê şerê li Tirkiye, Rojhilata Navîn nîne. Şerekî ku pergala kapîtalîst dixwaze xwe ji nû ve ava bike û xwe ji krîzan derxe. Di vê nuqteyê de Birêz Abdullah Ocalan, bi awayekî ciddî li hemberî modernîteya kapîtalîst, pêşengeke yê perspektîfa rêya sêyemîn a em jêre modernîteya demokratîk dibêjin pêşkeş kiriye. Lewma divê em xwedî li Birêz Abdullah Ocalan derkevin.”

‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ AVAKIRINA AŞTIYÊ YE’

Turkoglu derbirî ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta tecrîd neyê şikandin li Tirkiyeyê û Rojhilata çareserî çênabin. Lewma tevahî gelên li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û tevahî beşên di nav tevna enternasyonalîst de cih digirin li hemberî tecrîdê divê helwesteke zelal, bi biryar, bi bawerî nîşan bidin, aktîvîteyên ji bo vê pêş bixin.

Şikandina tecrîdê ya rastî tê maneya li Tirkiyeyê şer bi dawî bibe, li Rojhilata Navîn jî xeta sêyemîn a ji pergalên heyî dibihure dê derxe holê. Bi şikandina tecrîdê re rê li ber paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîst û azadîxwaziya jinê jî tê vekirin. Dema tecrîd bê şikandin û dengê Birêz Ocalan bigihîje gelan wê nefesê bistînin û em dibêjin şikandina tecrîdê avakirina aştiyê ye.”