Turkmen: Divê mirov li dijî şer bin, ne li dijî penaberan

Nûnerê herêmê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya DÎSK'ê Mehmet Turkmen rewşa li Dîlokê nirxand ku 500 hezar Sûriyeyî lê ne û anî ziman, nefreta li dijî penaberan zêde ye. Turkmen got, divê mirov li dijî polîtîkayên şerxwaz bin, ne li dijî penaberan.

Dîlok yek ji wan bajaran e ku nifûsa Sûriyeyiyan herî zêde lê ye. Di heman demê de bajarekî li ser sînor e, lewma li gorî hejmarên fermî 430 hezar, li gorî yên nefermî jî nêzî 500 hezar Sûriyeyî lê ne.

Piştî ku li Idlibê leşker hatin kuştin, penaber sewqî sînorê Edîrneyê hatin kirin, drama mirovahiyê mezin bû û li her devera ku Sûriyeyî lê ne nêzîkatiyên nefret û lînçê li dijî wan zêde bûn.

Nûnerê herêmê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya DÎSK'ê Mehmet Turkmen têkildarî mijarê rewşa li Dîlokê nirxand.

'BÛYER RÛ NEDE JÎ HÊRS Û NEFRETEK HEYE'

Turkmen anî ziman ku piştî bûyera li Idlibê qewimî li Dîlokê rewşeke aloz rû da, lê belê ne bi qasî dihate payîn bû. Turkmen got, "Em li bendê bûn ku hîn bêhtir pirsgirêk rû bidin, lê tenê rojekê bûyer qewimîn, ew jî rojek piştî kuştina leşkeran li taxekê rû da. Li wê derê yekî Sûriyeyî kêr kirin, piştre 12 kes ji ber vê bûyerê hatin destgîrkirin. Wekî din kolana Înonu heye ku esnafên Sûriyeyî lê gelek in. Li wê derê jî esnafan ji tirsan an jî ji bo bûyer rû nedin dikan venekirin. Bêguman mîna li her devera Tirkiyeyê Sûriyeyiyên li vir jî bi tirs û fikar in. Mixabin dikanên xwe venekirin, ji malên xwe nekarîn derkevin. Lê belê nefreta li dijî Sûriyeyiyan weke bûyerekê rû nedabe jî nêrîna serdest li vir jî heye."

'MESELE NE TENÊ IDLIB E'

Turkmen ragihand ku heman piştî bûyera li Idlibê qewimî komeke biçûk li navenda bajêr bi qîrîna dirûşma "Tolhildana bi xwînê" meşeke provokatîf kir û got, "Lê belê em her roj bi karkeran re sohbetê dikin, fikrê wan werdigirin. Li aliyê din hejmara mirovên ku hebûna Tirkiyeyê ya li Idlibê dipejirîne, kuştina leşkeran a li wir qebûl dikin û piştgiriyê didin, gelekî kêm e. Ya rast, nerazîbûna li dijî Sûriyeyiyan hate nîşandan ne tenê ji ber bûyera wê rojê bû. Wan weke çavkaniya nebaşiya bi salan a li welêt dibînin. Ji ber ku mirov bi salan e sûcên tê kirin hemû dixin stuyê wan. Bi vê bûyerê re ew jî eşker ebû. Naxwe gelek mirov dibêjin 'Çi karê leşkerên Tirk li Idlibê heye?' û nerazîbûnê nîşan didin."

'YA KU DIVÊ EM LI BER RABIN POLÎTÎKAYÊ ŞER E'

Turkmen polîtîkaya hikumeta Tirk a li ser Sûriyeyê rexne kir û destnîşan kir ku ya divê li ber rabin û têbikoşin polîtîkayê şer in, ne penaber in. Turkmen got, "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî Sûriyeyê ji destpêkê ve ji aliyê karkerên Tirkiyeyî û Sûriyeyî ve hatin nîqaşkirin. Erdogan dibêje 'Zalim Esad, zilmê li gelê xwe dike, Sûriyeyiyan em vexwendin'. Lê belê mirovên ku di nava çend rojan de herikîn ser sînor ev gotina Erdogan pûç kirin. Qaşo em ji bo rizgarkirina Sûriyeyiyan çûne, lê belê niha Sûriyeyî li ser sînor in û tiştên ku Tirkiye bûye sedema wan li holê ne."

Turkmen diyar kir ku leşker dibin qurbanê polîtîkaya şer a AKP'ê û got, "Ji ber vê yekê divê hem Sûriyeyî hem jî em li ber van polîtîkayên şer rabin, ne li ber Sûriyeyiyan. Divê em li dijî vê desthilatdariyê rawestin."