Turkdogan: Divê têkoşîneke bê hempa bikin

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê li komxebata Amedê axivî got: “Divê em di nava têkoşîneke bê hempa de bin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a  Amedê, li oteleke li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi navê "Di Têkoşîna Mafê Mirovan de Rêbaz û Lêgerînên Nû" komxebatek lidar dixe. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên rexistinên sivîl, sendîka û saziyên mafên mirovan berşdarî komxebatê bûn. Axaftina vekirina komxebatê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn kir.

Zeytûn, diyar kir ku yên ji bo mafê mirovan têdikoşin di bin zext û astengiyan de ne û wiha got: "Em bi xwe jî di bin astengî û zextan de ne. Ji ber vê me xwest weke sazî û komeleyên ku derbare mafê mirovan de têdikoşin li ser van pirsgirekan werin cem hev. Bi salan e em li dijî zextên li ser saziyên sivîl têdikoşin. Ji bo parastina destkeftiyên me pewistî bi komxebatêk wiha hebû. Ez bawerim komxebata ku em îro pêk tînin wê bi fikreke hevpar ji bo lêgerîn û rebazên nû yên têkoşina mafên mirovan jî baş be."

Piştî Zeytûn Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî axivî. Ozturk diyar kir ji roja ku ÎHD ava bûye ve ji bo ku pirsgirekên Tirkiyê bi demokrasiyê çareser bibin xebat kiriye. Ozturk, bal kişand ser şêre  Rûsya û Ûkraynayê jî û destnîşan kir ku ew li hemberî şer xeta aşitiyê diparêzin û wiha got: "Em li dijî dagirkirina Rûsyayê li cem gelê Ûkraynayê ne. Li dijî şeran em xeta aşitiyê diparezin. Em dixwazin ku aşitî li welatê me jî pêk were. Divê Tirkiyê jî Pirsgireka Kurd bi muzekere û  aşitiyê çareser bike. Em ji desthilata AKP'ê re jî dibêjin ku derveyî welat çawa qala aşitiyê dike bila li welat jî aşitiyê pêk bîne."

Di berdewama axaftina xwe de Ozturk bi lev kir ku ji ber qrîza aborî gel nikare debara xwe bikê û ev tişt got: "Ji ber kirîza aboriyê û bêkariyê gel nikare ji mafên xwe yên tendûristiyê sûd wergire û debara xwe bike. Divê em hemû li dijî xîzaniyê û ji bo van mafan tebikoşin. Di komxebatê de jî em ê li ser van pirsgirekan û li ser zayendiya civakî, ekolojî, penaber, mafên welatiyan rawestin. Divê têkoşîneke bê hempa bikin. Divê çi bê kirin em ê li ser van biaxivin.”

Piştî axaftinan komxebat ji çapameniye re hat girtin.