Turk û Altindag mazbatayên xwe stendin

Hevşaredarên bajarê mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag mazbatayên xwe stendin.

Hevşaredarên bajarê mezin ên Mêrdînê yên ji HDP’ê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, mazbatayên xwe stendin. Hevşaredar çûn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr û tevî parlementera Mêrdînê ya HDP’ê Ebrû Gunay û hevşaredarên navçeyan, bi komeke qelebalix mazbata stendin.

‘EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE BIXEBITIN’

Turk spasî li hemû gelên Mêrdînê kir û got ku “Şaredarî cihên xizmetê ne. Em ê bi hemû hêza xwe, ji xizmetê bixebitin. Em ê bi heyecaneke mezin xizmetê ji gelê xwe re bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê hewldanên me hebe. Em ê bi gelê Mêrdînê û rêxistinên sivîl ên civakî bixebitin û em hêvîdar in wê li bajêr gelek tiştên baş pêk werin.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Hevşaredar Ahmet Turk derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ku “Ez bang li Serokkomar û Wezîrê Edaletê dikim. Beriya ku mirov ji jiyana xwe bibin, divê em mudaxele bikin. Em naxwazin kes bimirin.”

Hevşaredar Ahmet Turk û heyeta pê re hatin Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Turk li vê derê axivî û got ku “Em ê hemû xebatan bi gelê xwe re bikin. Em ê tu carî mafê kedkaran nexwin. Helwesta ku ne li gorî bendewariyên gelê me be, li gorî me wê gelê me temsîl neke. Em ê di vî warî de hin tiştan bikin. Em ê hiqûqa karker û xebatkaran biparêzin.”

Hevşaredar Fîgen Altindag jî spasî li gelên Mêrdînê kir.