Toros: Em ê 4’ê Nîsana 2023’an bi Rêbertiya xwe re pîroz bikin

Gerîlayê PJAK’ê Erdal Toros bi minasebeta 4’ê Nîsanê û 18’emîn salvegera damezrandina PJAK’ê pîroz kir û got, “Em ê sala nû bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêbertî.”

Gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Erdal Toros bi wesîleya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de 18’emîn salvegera damezrandina PJAK’ê hest û nêrînên xwe ji ANF’ê re anî ziman û banga tevlêbûna têkoşînê li her kesî bi taybetî jin û xortên ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Toros wiha hest û nêrînên xwe anî ziman:

“Di serî de vê roja pîroz, roja jidayikbûna Rêber Apo û rojbûna me, li hemû gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi taybetî li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên Îranê pîroz dikim. Di heman demê de 18’emîn Salvegera damezrandina PJAK’ê li tevahî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, her wiha hemû gelên Îranê, gelên demokratîkxwaz û gelên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikim.”

‘PJAK BI XWEDÎDERKETINA LI XWÎNA ŞEHÎDAN XWE AVA KIR’

Weke tê zanîn ev bû 18 sal ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi ruhekî ku li fikir û bîr û baweriya Rêber Apo xwe li Rojhilatê Kurdistanê û derveyî wê rêxistin kir û bi wê ruh û kelecanê karî vê çanda şoreşgerî ya resen û ya bi resentiya Kurdî ya rast ve girêdayî ye derxîne û zindî bike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji nû ve avakirinek dide çêkirin . Vê yekê hêvî xist nav dilê her kesî, bi taybetî ciwan û jinên Kurd ku li Rojhilatê Kurdistanê em ronahiyekê bibînin ku ew jî xeta azadiyê ye û em li ser vê têbikoşin û em xwe bigihînin vê xetê û ser bixînin. Ev yek hêz û rengekî nû bû li Rojhilatê Kurdistanê. PJAK’ê xwe bi vî rengî li Rojhilatê Kurdistanê ava kir. PJAK bi xwedî derketina li xwîna şehîdan xwe ava kir; yanî PJAK welê li welateke biyanî birûne û li ser TV’iyan propaganda bike pêş neket. Ji bo wê jî di bingeha avakirina PJAK’ê de şehîdên enternasyonalîst hene. Şehîdên me yên yekemîn Faris in, şehîdên me yên Azerî û Ereb û ji hemû zarava, bawerî û hizrên cuda hene. Wê yekê ruheke netewbûnê di Rojhilatê Kurdistanê careke din ava kir û ew hêza resen derxist holê ku em bi wê jî serbilind û bi moral in.

Ji Maku bigre heta bi Kirmaşanê, Îlam, Xorasan û li her dera ku miroveke Kurd û bi taybetî miroveke azad û xwedî fikreke azad dijîn, bi yek dengî bi vê tevgerê re ye û wê bi vê bîr û baweriyê jî biçe serketinê.

‘LI DIJÎ DAGIRKERAN TÊBIKOŞIN’

Ji bo wê jî em bangewazî dikin, hemû kesên ku têkoşîna azadiyê didin, dixwazin di têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigirin, dixwazin refên xwe diyar bikin û yên dixwazin ji rewşa bi xayinan û bi hêza ku wê ditepisîne û wê tine dihesibîne derkevin, em bangewazî dikin ku di nava PJAK’ê de cih bigirin, li dijî dagirkeran bisekinin û dagirkeriya li ser Kurdistanê, xayinan û îxanetê nelet bikin da ku bikarin têkoşînê serbixin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo wê di serî de hemû ciwanên Kurd û Kurdistanê bi taybetî jin û xortên ciwan, pîr û kal bi ruhê ciwantiya şoreşê xwe tevlê bikin û ser bixînin. Em ê sala nû bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêbertî, em ê 4’ê Nîsana sala 2023’an bi Rêbertî re pîroz bikin. Hestê me, hêza me û fikrê me ev e û em di vê baweriyê de ku em ê bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe bi ser bixînin.”