Tora Mafê Mirovan derbarê êrîşên Îranê rapor belav kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê êrîşên Îranê yên li ser Şaho û Hewramanê kire rapor.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê êrîşên Îranê yên li ser Şaho û Hewramanê kire rapor.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî êrîşên Îranê yên li ser bejahiya Çiyayê Şaho û herêma Hewramanê û operasyonan rapor belav kir.
Di raporê de hate gotin, ''Çiyayê Şaho û Kosalanê di navbeyna Rewandiz a Kirmanşanê û navçeya Paweyê ye, herêmên Kamîran a Sinê û Mêrîwanê di nav xwe de vedihewîne. Pîvana çiyayên Şaho û Kosalên 57 hezar û 236 hektar e''.
Di raporê de her wiha hate gotin; '' Supayên pasdaran nêzî 10 salane çiyayên Şaho û Kosalan kiriye cihê leşkerî û operasyonan. Gelek erazî û daristanên wan herêman wêran kiriye.
Supay pasdaran herêmên çiyayên Şaho û Kosalan ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê weke cihên stratejîk dibîne. Bi van bihaneyan jî bi hemû hewldana, dixwaze van herêman ji mirovan vala bike û dest dane li ser.
Di nava çend rojên derbasbûyî de Supay Pasdaran bi beşdarbûna 20 hezar leşker û cerdevan li çiyayên Şaho û Kosalan dest bi operasyonê kiriye. Di vê operasyonê de gelek bejahiya çiyayê şaho ji ber agir şewitiye.
Berpirsên parêzgeha Sineyê propagandayekî wiha dikin ku li cihê operasyon heye, daristan nîne û hemû ji keviran pêk tê.
Herêmên ku tên bombebaran û topbaran kirin, jîngehên bizinên kovî ne.
Herçiqas ku supay pasdaran diyar dike ku operasyon bi dawî bûye jî, lê hêzên leşkerî li herêmê mane û hêzên xwe belav kirin."