Tolhildan qala Sari Îbrahîm û Huseyîn Mahîr kir

Endama Komîteya Şehîdan a PKK’ê Zîlan Tolhildan Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) û Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) bi bîr anî û got “Ew mînakên mezin ên şerê gerîla bûn.”

Endama Komîteya Şehîdan a PKK’ê Zîlan Tolhildan qala Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) ê ku di sala 2006’an de şehîd bû û qala Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) kir ê ku di sala 2012’an de şehîd bûbû.

Tolhildan ji ANF’ê re axivî û got ku “Ez van hevalên şehîd bi hurmet bi bîr tînim û hevalên îro li çeperen têdikoşin ez wan silav dikim. Di meha Tebaxê de fermandarên mezin Îbrahîm û Huseyîn Mahîr şehîd bûn.”

‘DI TEMENEKÎ CIWAN DE DI NAV LÊGERÎNEKE MEZIN DE BÛ’

Tolhildan ji bo Ramazan Toptaş got ku “Heval Îbrahîm (Ramazan Toptaş) hevalekî ji Êlihê bû. Di sala 1978’a de tevî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Mizgîn (Gûrbet Aydin) bi pêşengiya heval Mazlûm Dogan tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bûne. Di temenekî ciwan de di nav lêgerîneke mezin de bûn. Min di sala 2002’an de heval Îbrahîm nas kir. Wê demê fermandarê tabûra me bû. Heval Îbrahîm 28 salan di di nav refên gerîlayan de têkoşiya. Di van 28 salan de her dem fermandarekî pêşeng bû. Di yekîneya amadekirina 15’ê Tebaxê û rêxistinkirina wê de cih girtû di nav koma pêşîn de ye ya ku derbasî Bakur bûne. Heval Îbrahîm ji Amanosê heta Kaçkarê, ji Engîzekê heta Behra Reş û Serhedê di vekirina gelek enî û qadan de pêşengî kir. Li qadên herî dijwar bi coşeke mezin mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Di gerîlatiyê de kesekî mînak bû û di têkoşîna me de fermandarekî pêşeng bû. Helwesta wî ya îdeolojîk û kûrahiya wî ya fikrî xurt bû. Li gorî prensîbên PKK’ê tevdigeriya. Piştî derbeya 12’ê Îlonê derbasî qada Lubnanê bû û demeke dirêj li ba Rêbertî ma. Têkiliya wî ya bi Rêbertî re gelekî xurt bû. Piştî perwerdehiya Rêbertiyê dîsa vedigeriya qadên têkoşînê. Têkiliya wî ya bi hevalan re wekî perwerdehiyekê bû.”

‘PARÊZNAMEYÊN RÊBERTIYÊ HER DEM DI BIN BALÎFA WÎ DE BÛ’

Heval Îbrahîm bi ruhê PKK’ê dijiya. Di 15 saliya xwe de tevlî têkoşînê bû û 28 salan têkoşiya. Heta sala 2006’an dema ku şehîd bû li gorî temenê xwe di warê guherîn û veguherînê gelekî zindî bû. Li ser gerîlatiyê bi hevalan re nîqaş dikir. Metodên wî gelekî sade bûn û pêşiya mirov vedikir.

Bibîranîneke min a wî re heye, ez tu carî nikarim ji bîr bikim. Di sala 2002’an de dema ku fermandarê me yê tabûrê bû, Parêznameya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya Rêber Apo hatibû. Di wan deman de her wextê parêzname dixwend û li ser veguherîna paradîgmayê ya Rêber Apo difikirî. Beş bi beş dixwend û li tabûrê bi me re nîqaş dikir. Di 1’ê Nîsanê de ez sûbaya kampê bûm, divê min tekmîl bida heval Îbrahîm. Min xwest heneka 1’ê Nîsanê bi wî re bikim da ku wê parêznameyê ji nav destê wî derxînim. Ji ber ku her dem parêznameyên Rêber Apo di bi balîfa wî de bû.

Tevlêbûna wî ya jiyanê bi coş bû û her dem henek dikir. Bal dikişand ser îxanetên di dîroka Kurdan de û diyar dikir ku divê em baldar bin. Ji ber ku demeke dirêj bi Rêber Apo re mabû, her dem ji me re qala wî dikir. Ji ber ku bi fermandarê efsanewî Egîd re mabû her dem qala fermandariya Egîd jî dikir.

‘ARMANCA WÎ RÊXISTINKIRINA XWEPARASTINA GEL BÛ’

Di sala 2006’an de li hemberî êrîşan ji rêxistinkirina xweparastinê berpirsyar bû. Di asta Endamê Meclîsa HPG’ê de berpirsyariya wî hebû. Li hemberî xetere û êrîşên li ser Rêbertî û tevgera me her dem hişyarî dikir. Li ser xweparastina gel û rêxistinkirin wê zêde difikirî. Di 1’ê Tebaxa 2006’an de ji aliyê êrîşeke MÎT’a Tirk şehîd bû. Îro jî bi rêya MÎT’ê van êrîşên komployî tên kirin. Dijminên Kurdan ên ku li hemberî têkoşîna Kurdan nikarin encaman bi dest bixin, serî li van rêyên qirêj didin. Divê were zanîn tu carî îxanet bi ser neketiye. He dem berxwedan bi ser ketiye. Ev metodên qirêj tu carî bi ser neketiye û ew ê îro jî bi ser nekeve.”

‘PÊŞENGÊ BERXWEDANA ORAMERÊ BÛ’

Tolhildan ji bo Kadrî Çelîk jî got ku “Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) ji gundê Tivnîk ê Mûşê bû. Di 2’ê Tebaxa 2012’an de di pêngava şerê gel ê şoreşgerî de, di asta fermandariyê de bû û li herêma Kato ya Elkê şehîd bû. Yek ji fermandarê pêşeng ê berxwedana Oremarê bû. Di dema zanîngehê de tevlî nav xebatan dibe. Li Mêrdînê dema di nav artêşa Tirk de efser e, tevlî nav refên gerîlayan dibe. Li hemberî zilm û zordariyê berê xwe dide qadên têkoşînê. Dema ku tevlê têkoşînê dibe, zewiciye û zarokên wî hene. Rêheval Huseyîn di gelek qadên têkoşînê de xebitiye û herî dawîn di Konseya Leşkerî ya HPG’ê de bû. Ez careke din rêheval Huseyîn bi hurmet bi bîr tînim. Ev rêhevalên me bûne PKK’yî û karibûne bibin rêhevalên Rêber Apo. Di salvegera şehadeta rêheval Huseyîn û Îbrahîm de ez soza tacîdarkirina serfiraziya Kurdistanê dubare dikim.”

Endama Komîteya Şehîdan a PKK’ê Zîlan Tolhildan bang li gelê Kurd ê welatparêz û malbatên şehîdan kir ku divê gelê me xwe bi rêxistin bikin û li hemberî polîtîkayên sîxuriyê baldar bin. Tolhildan got ku “Bi giyanê berxwedanê yê rêheval Îbrahîm, Huseyîn, Sara û Helmet divê em li hemberî van polîtîkayên qirêj têkoşînê geş bikin.”