Toledo ya AKP'ê eşkere bû: 6 qereqol li Sûrê tên çêkirin
Agahiyên berfireh ên projeya hikûmetê ya li ser navçeya kevnare Sûrê, eşkere bû. Bi vê projeyê re, ku hewl tê dayîn Sûr bibe herêma 'ewlekariyê', êrîş li bingeha çandî tê kirin.
Agahiyên berfireh ên projeya hikûmetê ya li ser navçeya kevnare Sûrê, eşkere bû. Bi vê projeyê re, ku hewl tê dayîn Sûr bibe herêma 'ewlekariyê', êrîş li bingeha çandî tê kirin.
Li navçeya Sûr a Amedê, di şerê dijwar de, ku roja 28'ê Mijdara 2015'an dest pê kir û 104 rojan dewam kir, hêzên dewletê dîrkeke mezin tine kir. Hê li gelek cihên Sûrê avahî tên xerakirin. Li navçeyê, ku qedexeya derketina derve li 6 taxan dewam dike, xanî bi erdê re bûne yek. 40 hezar mirov bê xanî man e.
Dêr, mizgeft, hemam, xan, xaniyên 200-300 salî ji holê hatin rakirin, ku xirbe jî li şûna wan nehatin hiştin. Serokwezîr, wezîr û parlamenterên AKP'ê, li hemberî nerazîbûna gel û dikandaran digotin, ew ê Sûrê ji nû ve bikin navendekê, xaniyan ji nû ve ava bikin û mînaka Toledo didan. Di plana îmarê ya nû de, ku derket holê, eşkere bû ev soz û gotinên rayedarên AKP'ê derew in.
Ji sedî 60 ê Sûrê bi zorê kirine malê dewletê û mafê mirovan ji destê wan hatine girtin. Vê projeya Sûrê ya nû di 28'ê Kanûnê de dest pêk ir. Proje ji aliyê fîrmayeke alîgirê hikûmetê ya bi navê BHA Planlama Şîrketî ku navenda wê li Enqereyê ye, tê meşandin. Ev proje di heman demê de tê wateya tinebûna Sûrê. Kronkiyên projeyê armanca esasî ya hikûmetê radixe pêş çavan.
Li gorî vê projeyê, rêyên fireh ku bi ti awayî li rewş û xemla dîrokî ya Sûrê nayên, mîna tevneke pîrê dorê li navçeyê digirin. Di plana îmare de bi awayekî vekirî tê nîşandan ku ev rê ji bo 'ewlekariyê' tên çêkirin. Her wiha ev rê wê 6 qereqolên li navçeyê werin çêkirin, bigihînin hev. Li Hasirli 2 qereqol hatin çêkirin, li her yek ji taxên Cevatpaşa, Îskenderpaşa, Melîkahmet û Alîpaşa jî qereqolek tê plankirin. Plana van qereqolan jî amade ye. Di vê plana îmarê de li ser siberoja rewşa avahiyên dîrokî yên hatin hilweşandin ti agahî nayê dayîn.
LI XEML Û REWŞA NAVÇEYÊ NAYÊ
Hevseroka Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê Şaxê Amedê Buşra Cîzrelîogûllari Sadak ev proje nirxand û diyar kir, hikûmetê heta niha digot hemû planên wan ji bo parastina nava bedenên Amedê ye, lê belê êdî ew bi xwe van gotinên xwe pûç dikin. Sadak da xuyakirin, ji bo li Sûrê 6 qereqolên mezin bên çêkirin, di 28'ê Kanûna 2016'an de plana îmarê hatiye amadekirin û got, "Plana van qereqolan jî li plana îmarê ya ji bo parastinê hatiye bicihikirin. Plan hatiye kirin ku rêyên fireh bên çêkirin ji bo qereqol bi hev re bên girêdan. Di vê çarçoveyê de rêyên fireh ên ku li rewş û xemla Sûrê nayên, hatine plankirin."
'DIXWAZE BI TEMAMÎ KONTROL BIKE'
Sadak bal kişand ser armanca bi çêkirina rêyên fireh û van qereqolan û anî ziman, hewl tê dayîn li navçeyê bajarekî 'ewlekariyê' bê avakirin. Sadak destnîşan kir, ji bo Sûr bi temamî bê kontrolkirin ev qereqol hatine dîzaynkrin û wiha dewam kir: "Li taxa Hasirliyê heta niha 2 qereqol hatine çêkirin. Bi vê projeyê re li her yek ji taxên Cevatpaşa, Îskenderpaşa, Melîkahmet û Alîpaşayê qereqolek tê plankirin. Ev qereqol, ji bo li ser temamiya navçeyê serdest bin, tên çêkirin."
Sadak anî ziman, wan bi rêya satalaytê tespît kirine ku li herêma Hasirli 1.300 xanî hatine xerakirin û wiha dewam kir: "Hê jî li vê herêmê avahî tên xerakirin. Xebatên me yên tespîtkirina vê rewşê wê dewam bikin."
'DEWLET NAXWAZE PROJE BÊ BIHÎSTIN'
Sadat da xuyakirin, ku proje di 28'ê Kanûnê de hatiye pêşkêşkirin û got, "Normal dema pêşkêşkirina projeyê 30 roj e. Di çarçoveya Rewşa Awarte de ev dem daxistin 15 rojan. Ev yek karê me asteng dike. Dema îtirazê jî gelekî kurt e. Di nava vê demê de lazim e em rewşê ji xwediyê mal û milkan û welatiyên Sûrê re bêjin. Haya gelek kesî ji vê nîne. Dewlet dixwaze bi rengekî veşartî vê projeyê bi cih bîne. Naxwaze bê bihîstin."
JI GEL NEPIRSÎN
Sadak destnîşan kir, ku projeya hikûmetê ya li ser Sûrê zelal nîne û bi berdewamî got, "Divê haya mirovên mal û milkê wan li wir heye, ji vê projeyê hebûya. Divê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr ve bihatina erêkirin. Ya herî girîng jî lazim e ji gel bihata pirsîn bê çi dixwaze. Malbatên li Sûrê naxwazin qereqol li kêleka malên wan hebe."
'DIXWAZIN MIROVAN JI SÛRÊ DERXÎNIN'
Sadak anî ziman, hikûmet bi vê projeya xwe ya 'ewlekariyê' dixwaze gel bitirsîne û ji herêmê derxîne. Sadak wiha dewam kir: "Mirov dixwazin li taxên xwe yên ji rojên berê û li têkiliyên xwe yên cîrantiyê vegerin. Li aliyekî, xirbeyê xaniyê mirovan jî nayên dîtin, li aliyê din hewl didin qada jiyanê ya mirovan bêyî agahiya wan jê hebe, dîzayn bikin. Bi vî rengî dixwazin malbatan, mirovan ji herêmê derxînin."
Sadak di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya helwesta gel û got, "Gelekî girîn e ku di nava van rojan de komele û gelê herêmê li dijî projeyê îtiraz bikin. Îtirazên bên kirin wê destê me xurt bike û bibe hewldanek astengkirina vê projeyê."