TJA: Em operasyonên li ser jinan şermezar dikin

Tevgera Jinên Azad (TJA) diyar kir ku vê sibehê polîsan girtine ser malan û gelek jin destgîr kirine. TJA’yê diyar kir ku ew vê feraseta dagirker a li ser jinan şermezar dikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) diyar kir ku vê sibehê polîsan girtine ser malan û gelek jin destgîr kirine. TJA’yê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Di rastiya Tirkiyeyê de çi di serdema AKP-MHP' ê dibe çi serdemên beriya wan dibe polîtikayên wan ên dagirkeriyê yek in. Ev polîtîkayên dagirkerî bo jin û mafê jinê deh qatan jî zêdetir bûne di dema AKP'ê de. Di nav van 18 salên serdema AKP'ê de, ji her serdemê zêdetir polîtîkayên pircûre bo binpêkirina mafê jinê hatine pêşxistin. Ev polîtîkayên AKP’ê yên qirêj bûye sedema bi hezaran girtin, darizandin,kuştin, tacîz û tecawizkirina jinan.

Îro berê sibê polîsan di ser mala berdevka me ya serdemê Ayşe Gokhan girtin, berdevka me di serî de bi dehan çalakgerên me destgîr kirin. Em vê helwesta hişmendiya dagirker şermezar dikin.Em dizanin ku hêzên dagirker AKP-MHP'ê dixwaze di kesayeta jinê hêza civakî ya polîtîk biçewisîne û bişkîne.

Bila her kes û di serî de jî hêzên dagirker a AKP-MHP vê yekê baş bizanin ku em jinên TJA'yî tu carî serî li ber wan natewînin û ji li ber hişmendiya wan a dagirker stûyê xwe xwar nakin. Em jinên TJA'yî biryara xwe ya xûrtkirin û bilindkirina têkoşînê diyar dikin û dibêjin divê berdevka me ya serdemê Ayşe Gokhan û hemû çalakgerên me bên berdan.”

TJA’yê diyar kir ku Ayşe Gokhan, Zekîye Guler, Ayşe Gunay, Emîne Kaya, Dîlan Yakut, Fîgen Ektî, Elîf Haran, Rabîa Ateş, Demek Ozkara, Penayîr Çelîk, Halîme Bayram, Ronda Bat, Rozêrîn Çatak, Emîne Kaya,Zeynep Sûncak, Selma Metîn, Têkoşîn Tekîn, Gulşen Dehîş û Rûken Şehîr hatine destgîrkirin.