TJA: Desthilatdarî penaberan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle

TJA'yê bi wesîleya Roja Penaberan daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatariya AKP-MHP'ê penaberan ji mafên însanî jî bêpar dihêle.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî daneyên dawî nêzî 70 milyon mirov neçar mane ku koç bikin û hate gotin, "Di vê koçberiyê de ku ji ber şer rû didin, berdêla herî giran ji aliyê jin û zarokan ve tên dayin. Tundiya mêr a li jinan tê kirin, di dema penaberiyê de girantir dibe."

TJA'yê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê penaberan ji mafên wan ên herî însanî yên bingehîn bêpar dihêle; li deriyên sînor, li kampan êrişên zayendî û fîzîkî li wan tê kirin û destnîşan kir, "Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku ev pirsgirêkên diqewimin hemû ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şer e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li saziyan hemûyan dikin ku li dijî cihêkarî, nijadperestî û nefreta bi rêk û pêk tê kirin, ji bo tenduristiya penaberan bikevin nava hewldanan. Divê neyê jibîrkirin ku penaberî encameke."