Tîryakî: Çavkaniya tecrîdkirina Ocalan CPT'î ye

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir, mînaka tecrîda li Îmraliyê li devereke din a dinyayê nîne û got, çavkaniya tecrîdkirina Ocalan CPT ye.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Tîryakî da zanîn, ti mînakên pêkanînên li Îmraliyê li devereke din nîne û got, "Di van demên hiqûqa modern de, em li welat qala dij hiqûqiyan dikin ku mînaka van pêkanînan li devereke din a  dinyayê tuneye. Di 2 hezar salên dawî de, li tu welatan ti girtî yan jî darazî bi van pêkanîn rû bi rû ne hatine. Ji derveyî mînakên di giravên çaxa navîn yan jî giravên di nava okûyansan de, di demên modern de mînaka vê yekê nayê dîtin. Ev yek li dijî hiqûq û hevpyemanên navneteweyî ye. Bi van pêkanîna Tirkiye rêgezên hiqûqa xwe bin pê kiriye. Têkildarî serlêdanên hiqûqnasan ên li ser Îmraliyê, tiştên ji hiqûqnasan re tê gotin tu eleqa xwe bi hiqûqê re tuneye. Ango hincetên 'keştî xirabe' û 'rewşa hewayê' ev yek ji derveyî hiqûqê ye."

'BI TECRÎDÊ CIVAK TÊ CEZAKIRIN'

Tîryakî anî ziman, tecrîdkirina Ocalan mînaka wê li devereke din a dinyayê tune ye û wiha pê de çû: "Tecrîda girankirî ya li Birêz Ocalan tê ferzkirin, derhiqûqî û derqanûnî ye. Ne di hiqûqa neteweyî ne jî di ya navneteweyî de cihê wê tuneye. Ev kiryar ne hiqûqî  ye, tenê sedemek wê heye ew jî siyasî ye. Ev jî biryara hikumetê ye û hikumet bi vê yekê civakê ceza dike. Di serî de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li girtîgehên çar aliyê welat girtiyên siyasî li dijî tecrîdê nerazîbûnê nîşan didin û ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine. Tu çalakger tiştekî ji bo xwe naxwaze û sereke daxwaza wan dawîkirina tecrîdê ye. Birêz Leyla Guven li hember dozger bi xwe axivî û got, 'ez tiştekî ji bo xwe naxwazim, tenê daxwaza min dawîkirina tecrîdê ye û azadiya Birêz Ocalan e'."

'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI SIYASETA OCALAN HEYE'

Tîryakî destnîşan kir ku Ocalan, ji bo siyaseta Tirkiye hêza sereke û diyarker e. Tîryakî da xuyakirin, di navbera salên 2013-2015'an de Ocalan rola xwe ya siyasetê nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû aliyên siyasî hêza Birêz Ocalan qebûl kir. Dewletê jî siyaseta Birêz Ocalan qebûl kir. Astengkirina bi nasname û vînek wisa siyasî re polîtîkayên tecrîdê bêhtir bi rave dike. Gelek eşkere dike ku ev tecrîd bi xwe ye. Hevdîtina malbat û parêzeran cuda ye, hevdîtina siyasetê ya bi Ocalan re cuda ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê rêya siyasetê li pêş Ocalan bê vekirin. Divê Ocalan bi her awayî karibe xwe tev li nîqaşên siyasî bike. Ji bo şer, rageşî û kaos bi dawî bibe, rêyên aştî û demokrasiyê vebe divê tecrîd ji holê rabe. Îro pêdiviya siyaseta Tirkiyeyê bi siyaseta Ocalan heye."

'EGER WEKÎLEKÎ FÎLÎSTÎNÎ DI ÇALAKIYÊ DE BÛYA TIRKIYE BÊDENG NEDIMA'

Tirkyakî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 71'ê de ye û got: "Birêz Guven li dijî tecridkirina Ocalan ji bo parastina demokrasî û aştiya Tirkiyeyê 71 roj in di grevê de ye. Li Tirkiyeyê hemû rêyên hiqûqê xitîmîne. Eger îro ne Birêz Leyla Guven, wekîlek din a kîjan welatî be ferq nake, mînak wekîleke Filîstînî di çalakiya greva birçîbûnê de bûya, gelo wê meclîsa Tirkiyeyê ewqas bêdeng bima? Bewer bikin ku wê meclîsa Tirkiyeyê ewqas bêdeng nebûya û wê bibûya mijdara hikumetê û meclîsê. Lê mixabin ev meclîs li hemberî qîrîna endam û wekîla xwe bêdeng e. Her roj em hemû wekîlên hevalên me di meclîsê de dibin dengê qîrîna Leyla. Partî û wekîlên li Meclîsê ne, wijdan û edeleta xwe winda kirine. Tu mirov li hemberî vê qîrîna 71 roj in bêdeng namîne. Tê xuyakirin ku wijdanê wan ewqas kwîr bûye. Wekî din tu navê vê yekê tuneye. Em wijdana kesan lêpirsîn nakin, her kes ji wijdana xwe berpirsyar e. Îro Leyla Guven ji bo aştî û demokrasiya vî welatî di çalakiyê de ye. Îro Meclîs ji bo Leyla bêdeng e sibe ji bo wekîlek din."

'ÇAVKANIYA TECRÎDÊ NÊZÎKATIYÊN CPT'Î YE'

Tîryakî di dawiya axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî helwesta CPT'î ya li beramberî Îmraliyê da û wiha got: "Birêz Ocalan di encama Kompoloya Navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bêdengî û nêzîkatiya CPT û saziyên din ên hiqûqê dewamiya kompoloyê ye. CPT divê li rêgezên avabûna xwe xwedî derkeve û demildest bi peywira xwe rabe. CPT li gel hemû serlêdanên parêzeran pêngavek şênber naavêje. Ev nêzîkatiya CPT jî me dixe nava fikaran. Pêkanînên li Îmraliyê û girankirina tecrîda li ser Ocalan çavkaniya xwe ji nêzîkatiya CPT'î distîne. Dema ku bi CPT re hevdîtin pêk tê, rê li ber bê hiqûqî û bê edeletek nû vedibe. Dewsa ku CPT'î vê çareser bike her ku diçe kûr dike. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê CPT û hemû saziyên hiqûqê bikevin dewrê."