Tirsa dewleta Tirk a 4’ê Nîsanê: Amara dorpêç kirin

Desthilata AKP-MHP’ê hê 2 roj mayî ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dor li Amarayê girtin.

Taxa Amara ya navçeya Xilfetî ya Riha hê du roj mayî ji 4’ê Nîsanê ango Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji aliyê polîs û leşkeran ve hate dorpêçkirin.

Gelê Kurd ê tevî hemû astengî û qedexeyan jî bi giresyî rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz dike, bê ku ti bernameyek heta niha hatibe diyarkirin jî hemû rêyên diçin Amara ji aliyê wesayîtên TOMA û zirxî ve hatine girtin.

Dorpêça ku ji taxa Gogan a Xelfetî destpê dike, heta pêşiya mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî dinê dom dike.

Polîs û leşkerên ku danê sibehê li ketina taxê kontrol danîne, gel bi Sîstema Agahî ya Giştî (GBT) re derbas dikin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî polîs û leşkerên ku Amara dorpêç kirine da

Ocalan got: “Em niha li Amara ne. Du roj mane gund bi çar aliyan hatiye dorpêçkirin. Niha li nava zeviyên nêzî gund kon hatine danîn. Gelek leşker hatine gund. Heta li pêşiya mala ku Birêz Ocalan lê hatiye dinê dorpêç heye. Dixwazin bi vî rengî zextê li ser gelê Kurd bikin, pradîgmaya Birêz Ocalan di dil û hişê gel de cihê xwe girtiye. Ev pradîgma û felsefe wê bi salan bijî.”

Omer Ocalan daxwaz kir ku her kes 4’ê Nîsanê pîroz bike û got: “Divê her kes 4’ê Nîsanê li cihê lê pîroz bike. 4’ê Nîsanê rojbûna hemû gelan e.”

Di vê navberê de Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê jî hate pîrozkirin.