Tirkmenên li Kerkûkê gefan li hikûmeta navendî ya Iraqê dixwin

Rêxistinên Tirkmenî yê li Iraqê dibêjin: “Kerkûk bajarekî yê Tirkmena ne, eger hikûmet daxwazên me bi cih neyîne wê demê em ê dakevin kolanan û li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê xwepêşandan bikin."

Li bajarê Kerkûkê li avahiya Rêxistinên Civaka Sivîl ya Tirkmenan bi amadebûna kesayetên Tirkmenî û berpirsên rêxistinên Tirkmenî yên Iraqê derbarê pergala 32% ya rêxistinkirina pêkhateyên bajêr a dinav saziyên li Kerkûkê û rawestandina siyaseta bi Erebkirin û bicihkirina Erebên ku ji eyaletên din ên Iraqê ne ya di rêveberiyên Kerkûkê de, civînekî rojnamewanî pêk hat.

Daxuyanî ji aliyê berpirsê Rêxistinên Civaka Sivîl a Tirkmenan Istibraq Yazaroglû ve hate xwandin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em endamên Rêxistinên Civaka Sivîl a Tirkmenên Iraqê ji her sê wezaretan, parlementer û valiyê Kerkûkê daxwaz dikin ku li gorî pergala 32% pêkhateyên Kerkûkê birêxistin bikin. Her wiha daxwaz dikin ku bicihkirina wan rêveber û fermanberên ku bi xwe ji Kerkûkê nîne rawestînin. Dîsa daxwaz dikin ku saziyên li Kerkûkê ji aliyê Kerkûkiyan bi xwe we bê rêveberin û siyaseta bi Erebkirina Kerkûkê jî bidin rawestîn.”

Her wiha Istibraq Yazaroglû diyar kir: “Eger ew siyaseta bi Erebkirina Kerkûkê bidome û netewa Tirkmenan piştguh bikin wê wextê em ê rêyekî din esas bigirin, bi piştgiriya Tirkmenên li Iraqê em ê dakevin kolanan, xwepêşandan bikin û dikevin grevan; ji ber ku rewşa niha ya Kerkûkê nayê qebûlkirin.”