Tirkmenekî li nava refên PKK'ê

Rustem Cûdî ku 7 xizmên wî di dema Şoreşa Rojava de şehîd bû, ji bo tolê hilîne û li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide DAÎŞ'ê şer bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Yek ji enternasyonalîstên PKK'ê Rustem Cûdî ye. 7 xizmên wî di têkoşîna şoreşê ya Rojavayê Kurdistanê de şehîd bûn. Cûdî jî ji bo tola xizmên xwe hilîne û li dijî dewleta Tirk a ku bi her awayî piştgiriyê dide DAÎŞ'ê şer bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Nêzî salek e li çiyayên Kurdistanê têdikoşe.

Di rêwîtiya xwe ya vê carê de em ê qala çîroka gerîlayekî Tirkmen bikin ku sala 2018'an ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû.

7 ŞEHÎD Û ŞOREŞA ROJAVA

7 xizmên gerîlayê Tirkmen Rustem Cûdî li nava şoreşa Rojava şehîd bûn. Piştî van şehadetan, ji bo Têkoşîna Azadiyê bi ser bikeve, bû şervanekî vê dozê. Rustem Cûdî qala jiyana xwe kir:

"Navê min Rustem Cûdî ye, ji malbateke Tirkmen im. Lİ bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûm. Sala 2011'an bi bihara gelan re li Rojavayê Kurdistanê 7 ferdên malbata min tevlî şoreşê bûn. Cihê xwe di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de girtin. Çeteyên DAÎŞ'ê ku dûvikê dewleta Tirk a faşîst e, dixwestin komkujiyê li gelê Rojavayê Kurdistanê bike. Lê belê gelên li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, li dijî mejiyê kujer ê DAÎŞ'ê, yekîtiya xwe ava kirin û dest bi xweparastinê kirin. Di nava vê xweparastin û têkoşîna şoreşê de li Reqa, Tebqa û Dêra Zorê 7 xizmên min di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn."

'MIN XWEST ÊDÎ LI DIJÎ DEWLETA TIRK A KU PIŞTGIRIYA DAÎŞ'Ê DIKE ŞER BIKIM'

Rustem Cûdî ji bo mezinkirina têkoşîna şehîdan biryar da ku tevlî nava refên HPG'ê bibe û bi vê armancê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Cûdî qala destpêka tevlîbûna xwe kir:

"Ya ku çeteyên DAÎŞ'ê derxist holê û bi her awayî alîkariya lojîstîk da wan, dewleta Tirk e. Ji bo li dijî dewleta Tirk têbikoşim min berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dema ku nû hatim, ez bûm heyranê xweza, hewa û ava çiyayên Kurdistanê. Destpêkê ji aliyê fîzîkî ve min hinekî tehde dît. Ji ber ku cihê ez lê mezin bûm deşt bû, berrî bû. Lê ev zehmetî li pêşiya min nebû asteng. Her ku mirov li van çiyayan dinerin, mirov derdikevin serê çiyê, mirov hîn bêhtir nêzî azadiyê dibin. Yanî ruh û mejiyê min bi çiyê re bûne yek."

'HEVRÊTÎ LI VÊ DERÊ GOTINEKE PÎROZ E'

Cûdî balê dikişîne ser hevrêtiya gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û wiha dewam dike: "Dema ku hûn hatim çiyê, ya herî zêde bandor li min kir, hevrêtiya gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Jİ ber ku hevrêtî, dostaniyeke gelekî bedew heye. Gelo, ma dibe ku mirov nekeve bin bandora vê hevrêtiyê? Ji ber ku hevrêtî li vê derê tê wateya, mirina di ber hev de. Hevrêtî ji bo çiyayiyan gotineke pîroz e."

BANG

Gerîlayê HPG'ê Rustem Cûdî diyar kir, gerîlayên li çiyayên Kurdistanê ne tenê ji gelê Kurd e û bang li ciwanên Tirkmen, Ereb û gelan kir ku di nava refên PKK'ê de têbikoşin.