Tirkiye û PDK ji hevdîtina rejîmê û MSD’ê nerehet bûn

Hevdîtina bi çarçoveya çareseriyê ya di navbeyna Hikûmeta Sûriyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de Tirkiye û PDK nerehet kir.

Hevdîtina bi çarçoveya çareseriyê ya di navbeyna Hikûmeta Sûriyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de Tirkiye û PDK nerehet kir. Li gorî agahiyan şandeya PDK-MÎT’ê ku li Şamê bi rayedarên rejîmê re axivîn, ji bo ku hevdîtina bi MSD’ê re biqedîne, soz dan ku  li Hewlêrê konsolosiyê vekin. Lê rejîmê biryardarî nîşan da ku bi MSD’ê re hevdîtinê bidomîne.

HEYETA MÎT-PDK'Ê JI BO REJÎMÊ TEKLÎFAN DIKE

Hate îdîakirin ku piştî lihevkirina hikûmeta Sûriyê û MSD’ê û  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya 26’ê Tîrmehê ya li Şamê partiyên desthilatê yên Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê hewl didin ku lêgerîna çareseriyê asteng bikin. Li gorî agahiyeke pêbawer bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, şandeyek ji rayedarên MÎT’ê û rayedarên PDK’ê piştî civîna MSD’ê û rejîmê çûne Şamê û bi rayedaran re rûniştine.

Şandeya bi seroktiya Mehmûd Kelker ê Hewlêrî di civînê de ya bi reyedarên Sûriyê re, li ser civîna MSD’ê û rayedarên Sûriyê axivîne.

Hate gotin şandeya PDK-MÎT’ê teklif kirine, ku hevdîtina MSD û rejîmê biqedin ew ê li Hewlêrê konsolosiyê vekin û bi Tirkiyê re, veşartî danûstandinan bikin.

Jêderek ji rejîma Sûriyê ji xeber24.net’ê re axivî û ev civîna piştî civîna bi MSD’ê re piştrast kir. Hate gotin ji civînê ti encam derneketiye. Jêderê diyar kir rejim biryardar e ku bi MSD’ê re hevdîtin bidome û hewl bidin ku çareseriyek were avakirin.