Tirkiye bi zanabûn li Perexê zarok qetil kir!

Dewleta Tirk a dagirker ne cara yekem e ku zarokan qetil dike, li Qendîl, Kune Masî, Bamernê, Rojava zarok qetil dike. Bi qasî Tirkiye PDK û Iraq jî ji qetilkirina zarok û welatiyên li Perexê sûcdar û berpirs in. Bêdeniya we ev tablo xêz kir.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di mijara êrîşê ya li ser Rojava li ser maseyê li Tehranê winda kir, vê carê derveyî maseyê kete tevgerê û li Seyrangeha Perexê ya Zaxoyê bi zanabûn geştyarên welatiyên Ereb ên ji bo geştê hatibûn herêmê, bê ku zarok û jin berçav bigirin kirin hedef, zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn e.

HINCETÊN JI BO QETILKIRINA ZAROKAN VALA NE

Herêma seyrangehê dikeve pêşberî Çiyayê Cûdî û li herêmê baregehên artêşa Tirk bi qasî du sed metre ji seyrangehê dûrin û bi çav jî mirov dikare kesan ji hev cuda bike. Di rewşeke welê de ne mimkûne ku hincet bike gerîla an jî PKK. Bi temamî gotinên wiha dûrî rastiyê ne û vala ne, nixûmandin û rewanîşandan êrîşan e.

LI SER MASÊ WINDA KIR, VÊ CARÊ XWEST BI KOMKUJIYAN IRAQÊ TEVLÎHEV BIKE

Dewleta Tirk a li Tehranê li ser maseya sê alî ya li gel Pûtîn û Reîsî piştî destûra êrîşê negirt. Xwest li derveyî maseyê aloziyan li Iraqê zêdetir bike. Erdogan bi gotina ku eger hûn rê nedin ew ê aloziyan li Iraqê zêdetir bike û êdî ne tenê welatiyên Başûrê Kurdistanê her wiha rast e rast welatiyên Iraqê jî bikin hedef. Bi vê yekê we dixuyê ku Tirkiye dikare ne li ser xaka Başûrê Kurdistanê hemwext dikare li her devera Iraqê jî dikare êrîşên komkuj bike.

BI QASÎ TIRKIYE, PDK JÎ BERPIRS E

Bi qasî ku Tirkiye li ser maseya sê alî winda kir, divê neyê bîrkirin ku PDK’ê jî winda kir û ji vê yekê aciz e. Ji bo wê biqasî Tirkiye ji vê êrîşa li ser Seyrangeha Perexê berpirs e, PDK jî berpirs e. PDK rê dide dagirkeriyê û hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike.

NE CARA YEKEM E ZAROKAN QETIL DIKE

Ji ber ku ev ne êrîşa yekem e ku dewleta Tirk dike bi hinceta hebûna PKK’ê ya li herêmê. Em bînin bîra xwe li Qendîl, Bamernê, Kunî Masî û Çemçemal li welatî û zarokan da, qetil kirin. Dewleta Tirk qatilê zarokên Kurd û xelkê herêmê ne.

SEDEMÊ ÊRÎŞAN BÊHELWESTIYA IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ YE

Çend salên dawî li van xetên sînor û dîsa gelek deverên Başûrê Kurdistanê jin û zarok jî di nav de gelek welatiyên Kurd hatin qetilkirin. Lê heta niha ne ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî ji Iraqê helwestek cidî li ber vê nehate dayîn. Ji van bûyeran di serî de Iraq û Herêma Kurdistanê hûn berpirs in. Bi salan e êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê heye, nebûna helwesta we ya cidî kir ku jin, zarok bên qetilkirin. Eger ku hûn xwedî helwest û nêzîkatiyek parastina xak û kerameta xwe bûna wê dewletek weke Tirk a faşîst û qirker cesareta êrîşeke wiha nekira.

TEVÎ ŞAHIDAN Û BELGEYAN DIXWAZIN ÊRÎŞAN REWA BIKIN, BINIXÛMÎNIN

Tevî ku şahid û belgeyên bi dîmen ên ji herêmê li ser ragihandinê hatin parvekirin jî Wezaret Karê Derve ya Tirk û diyar dike ku êrîşeke ‘terorîstî’ ye weke ku hêzeke din ew êrîş pêk anîbe, daxuyanî dide. Ev dijî mafê mirovan û henekê xwe bi serwerî û pîvanê Iraqê dike. Berî niha jî li Bamernê li ber çavê kampere û şahidên malbatên zarokan diyar kirin ku zarokên wan ji aliyê topên Tirk ve hatin qetilkirin, di serî de medya PDK’ê û dewleta Tirk destnîşan kir ku PKK’ê ew êrîş kiriye. Herî dawî Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand ku di encama êrîşa Tirkiye de hatine qetilkirin. Dewleta Tirk dewleteke pîvanê mirovbûnê pêre tine û ji bo berjewendiyên xwe her kiriyarê ji bo xwe rewa û heq dibîne.

GERÎLA LI WIR NÎNE

HPG’ê li ser mijarê agahî da û diyar kir ku bi zanabûn dewleta Tirk welatî kirine hedef û ti hêzeke wan li wir nîne. Ji xwe dema em lê dinêrin li nava cihê geştyaran daye û ne ciheke welê ye ku gerîla yan jî hêzeke din lê be. Ev jî derewên dewleta Tirk radixe ber çavan.

HETA KURD DIHATIN QETILKIRIN HELWEST NEBÛ? LÊ NIHA…

Divê dewleta Iraqê vê yekê bizane û li gorî wê helwest nîşan bide. Dîsa jî tenê li ber qetilkirina welatiyên xwe helwest nîşandayîn jî nerast e. Heta niha Kurd dihatin qetilkirin, Iraqê nebû xwedî helwest lê îro me dibînin ji her alî helwest tên raberkirin. Ev jî ne exlaqî û ne bi pîrvan e.

QATIL Û TALANKER E

Berê bi dehan car Tevgera Azadiya Kurd bi daxuyanî û peyamên dan ragihandin ku dewleta Tirk li ser hemû herêmê metirsîdar e û hêzeke qatil e, talanker e.

HELWESTÊN CIDÎ NEYÊ NÎŞANDAN WÊ ZÊDEGAVIYÊN TIRKIYE ZÊDETIR BIBIN

Îro em dibînin hemû ew yek li ber çav e. Lê ji ber ku heta niha nebûna helwesta têrker kir ku dewleta Tirk vê zêdegaviyê mezintir bike. Ji niha şûnde jî eger helwestek xurt nebe, teqez wê dewleta Tirk li nava xaka Iraqê li Bexda, Mûsil û gelek deverên din bi heman kiryarî rabe. Ev bûyer û encamên derdikeve vê nîşan dide. Ji bo wê ye divê ev yek bibe sedem ku gelek têkiliyên bi dewleta Tirk re bê qutkirin û dîsa guşarê zêde li ser PDK’ê jî bê kirin ku ji vê hevkarî û kiryarên rewa nîşandan êrîşên dewleta Tirk vegere.

JI DEWLETA TIRK Û HEMÛ HEVKARÊN WÊ HESAB BIXWAZIN

Di serî de dest bi derxistina navend û baregehên MÎT û leşkerên Tirk ên li Iraq û herêma Kurdistanê bê kirin. Her wiha rêgirî li mal û her cûre pergelên wan ên dibe sedemê ku ji bo fînanseya şer a Tirk bê bikaranîn bê girtin û peywendiyên dîplomasî û dîsa jî di asta navneteweyî de bê tehşîrkirin û hesab jê bê xwestin bikin. Eger ku aliyên hikûmetê vê nekin, divê gel vê yekê bike û bikeve nava liv û tevgerê. Helwestên tên nîşandan xurtir û bi rêxistinkirî bin.

Eger ne wisa be wê encam jê neyê girtin, dibe pêşerojê rewş ji ya niha xirabtir bibe. Mudaxeleyên li ser Iraqê zêdetir bibin û rewşa jiyanî ya li herêmê kembax bibe.