Tînatî bûbû ferman li Êzidiyan

Yek ji şervanên ku heman piştî rûdana komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê xwe gihand herêmê Dersim Baran bû. Baran ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qala wê demê kir.

Dema ferman rabû, me amadekariyên xwe kir. Piştî du rojan, 5'ê Tebaxê em gihîştin Şengalê. Şengal di nava êgir de bû. Komkujiyeke mezin hatibû kirin. Mirov nikarîbû îdare bikin. Rê bi cesedan tijî bû bû.

Beriya em bên, ji xwe YPG û YPJ'ê rêyeke ewle vekiribûn, ji bo mirov karibin xwe bigihînin Şengalê.

Gava em ji Rojava derbasî Şengalê bûn, di rê de me gel dît. Hevalên YPG û YPJ'ê gel di sînor re derbasî Rojava dikirin. Rewşek gelekî giran, gelekî tirsnak hebû. Dayik digiriyan, extiyar perîşan bû bûn. Dayikên ciwan li ber qîrîna dergûşa li ber pêsîra xwe, bêçare ma bûn.

Hemû ji DAIŞ'ê direviyan. Bi rojan di nava germa dijwar, bi tî û birçî meşiya bûn. Mirov li pêş çavên me ji tîna, ji birçîna, ji germê dimirin.

TÎNATÎ Û GERMAHÎ

Tînatî, germahî, piştî fermana DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê li Êzidiyan bûbû fermaneke nû. Di çenteyê me de hinek nan û av hebû. Me hemû belav kir. Lê belê av qediya bû. Li nava çolê em bê av ma bûn.

Nizanim bê çawa qala wê demê bikim.

Di nava wan şert û mercên giran de me gel derbasî Rojava kirin. Û me meşa xwe xwe ya ber bi çiyê ve dewam kir.

Piştre em gihîştin çiyê.

Hê gelek Êzidî hebûn, ku tevî her tiştî jî li ber xwe didan û axa xwe neterikand. Gelek ciwan hebûn, ku rahiştin çekê û tevlî berxwedanê bûn. Yên li çiyên man, yên xwe li çiyê girtin ji bo parastina axa xwe ya pîroz li ber xwe dan.

Ji bo vê axê, berxwedaneke pîroz dan.

Piştî wextekê, çeteyan êrîşî korîdora hevalan kirin, şer derket. Piştî şerekî dijwar korîdor hate girtin.

Li çiyê ji Kersê heta Çilmêra, li navenda Şengalê du tax di destê me de bûn. Ji derve ti alîkarî nedihat ji Şengalê re. Ji ber ku rê girtî bû, me nekarî hevalên xwe yên birîndar bibin derve. Ji ber vê yekê hin hevalên me şehîd bûn.

Bi rastî jî dilsozî, hevrêtî di nava şert û mercên zehmet de gelekî cuda ye. Hem rewşa gel, hem jî rastiya şehadetan; bû sedem ku gel û heval bi hev bên girêdan. Ya ku ji bo me xweş bû, ya ku ji bo me pîroz bû, ev bû.

JINÊN ÊZIDÎ RAHIŞTIN ÇEKÊ

Hatina me ya Şengalê, cihgirtina me jinan li nava refên berxwedanê, gelekî bandor li gel kiribû. Digotin, "Jin çawa dikarin şer bikin, jin nikarin şer bikin."

Çeteyên DAIŞ'ê yên barbar bi hezaran jin kuştin, bi hezaran revandin; vê yekê jî kir ku jin ji xwe ne bawer bin.

Bi demê de piştî ku şerê hevalên me yên jin dîtin, jinên Êzidî ji nû ve ji xwe bawer kirin. Dûre rahiştin çekê û dest bi şerê li dijî DAIŞ'ê kirin. Kengî jinê rahişt çekê û li dijî DAIŞ'ê dest bi şer kir, wê çaxê li Şengalê nêrîna li jinê guherî.

Berxwedan û pêşengiya hevalên me şehîd Zîlan, şehîd Bêrîvan û Şehîd Evrîman bandor li Êzidiyan kir. Êzidiyan jinên xwe yên ciwan bi destê xwe danîn û dixwestin ku ew jî şer bikin.

Mîna şehîd Bêrîvan Arîn, şehîd Bêrîvan Şengal bi dehan jinên Êzidî ji bo hilanîna tolê li refên pêş cih girtin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Li vê axa pîroz gelek xwîn rijiya. Mirovên me yên herî bedew, yên herî leheng ketin hembêza vê axê. Piştî wextekê xwe bi navê YBŞ û YJŞ'ê bi rêxistin kirin û hêza xweparastinê ava kirin. Nİha jî tola fermana 73'an hiltînin.