Tîma Tolhildanê ya YPS-YPS JIN'ê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir

Tîma Tolhildana YPS-YPS'ê ya Rêzan Ferqîn 4'ê Nîsanê li navçeya Baglar a Amedê pîroz kir û got, "Em ê bi coşa 4'ê Nîsanê berxwedana xwe ya azadiyê geştir bikin."

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rêzan Ferqîn a YPS-YPS JIN’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Şeva 4’ê Nîsanê saet di 20.00’an de li derdora Taxa Mûradiye ya navçeya Baglar a Amedê rojbûna Rêbertiya me bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin. Gel jî bi def, çepik û tilîliyan tevlî pîrozbahiyê bûye.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:

"4'ê Nîsanê ew roj e ku çarenûsa gelan diguhere û gelê Kurd ji azadiyê re ji dayik dibe. Rojbûna Jidayikbûna Rêber Apo yê ku di nav gelê me de têkoşîna xwedîderketina li rûmeta xwe afirand û di heman demê de afirînerê jina azad, mirovên azad û jiyana azad e, nirxekî mezin e. Rojbûna Rêbertî li hemû mirovayetiyê pîroz be.

Rêberê me, dilsoziya me ya bi we re dilsoziya me ya azadiyê ye, hûn hêza manewî ya gelê me, biryardariya têkoşînê û çavkaniya jiyanê ne. Weke civaka Kurd a ku li hest û ramanên xwe yên azadiyê xwedî derketiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tevî hemû lîstik û komployên li dijî gelê Kurd, em ê bi coşa 4'ê Nîsanê berxwedana xwe ya azadiyê mezin bikin."