Tifaqa Kurdistanî ji bo Abdullah Ocalan bang kir

Tifaqa Kurdistanî ji bo berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan bang kir.

Tifaqa Kurdistanî ku 9 partî û rêxistinan pêk tê diyar kir ku daxwazên wan di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi milyonan kes tevlî bûn, hatine pejirandin. Tifaqê 10'ê Adarê dema ku dest bi pêvajoya Newrozê kir, deklarasyonek weşandibû. Di vê deklarasyonê de bi taybetî sê xal destnîşan kiribû.

Partî û rêxistinên ku di nava tifaqê de cih digirin wiha ne: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KDP-Bakur, Partiya Azadî, Partiya Azadî û Mirov (PÎA), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD).

Di deklarasyona hevpar de têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha hat gotin: "Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neo-osmanî li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin, li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkaya îlhaqkirinê dimeşîne. Li pêş çavên hemû cîhanê çekên kîmyewî bi kar tînin û bi vê yekê re li dijî mirovahiyê sûc dikin. Ji bo ku destketiyên gelê me ku encama bedelên giran e tune bikin, ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava li dijî seranseriya erdnîgariya Kurdistanê bênavber êrişên hewayî pêk tînin.”

Partiyên kurd di berdewama deklarasyonê de destnîşan kiribûn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hêza xwe ji rewşa parçebûyî ya gelê kurd digire û wiha didomand: “Yek ji daxwazên sereke ya gelê me ew e ku partî û hêzên kurd li gorî hesasiyetên neteweyî tevbigerin û dev ji helwest û polîtîkayên li dijî berjewendiyên gel berdin. Banga me ji bo hemû partî û tevgerên me ew e ku li hemberî êrişên mêtingerî û faşîst bi dirûşma ‘Roj roja yekitiya neteweyî ye’ tevbigerin û bi vê yekê re hem yekitiya neteweyî ava bikin û hem jî destkeftiyên me biparêzin.”

Bi domdarî partiyên kurd bal dikişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt parve kiribûn: “Birêz Ocalan tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî derhiqûqî di bin pergala tecrîd û îşkenceyê de tê ragirtin. Ev yek, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li zindanên ku bi polîtîkayên tecrîdê re veguherîne warên mirinê, di serî de girtiyên nexweş bi giştî hemû girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin. Girtiyên siyasî yên ku dema girtina wan xelas bûye bi awayekî keyfî nayên berdan, ji bo girtiyên nexweş raporên ku dikarin di girtîgehê di bimînin tên dayîn û Saziya Tipa Edlî (ATK) jî biryarên siyasî yên derhiqûqî dide. Banga me ji bo hikûmetê ew e ku di serî de birêz Ocalan, di zûtirin dem de hemû girtiyên nexweş û siyasî berde.”

Yek ji xalên din ên deklarasyonê jî zimanê dayikê bû. Ji bo ziman jî di deklarasyonê de ev tişt hatibûn parvekirin: “Bi destê rejîma xespê ya qeyûman re di serî de vîna gelê kurd, li dijî ziman, nasname û çanda kurdan polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Zimanê kurdî ku yek ji qedîmtirîn zimanên Rojhilata Navîn e, ev nêzî sed sal in hatiye qedexekirin. Nûnerê vê zîhniyeta înkar û qedexeker a herî dawî jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Rêveberiya AKP-MHP’ê li rexekî di qenala fermî ya dewletê de li dijî kurdan bi kurdî propagandayê dike û li rexa din jî dersa bijarte weke lûtfekê pêşkeşî hilbijêran dike. Yek ji mezintirîn daxwaza gelê kurd, daxwaza zimanê dayikê ye û di tu şert û mercan de em ê dev ji vê daxwazê bernedin. Em dixwazin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê, di her astên perwerdeyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, KKP, Partiya Azadî, PÎA, PDK/Bakur û Platforma Jinan a Kurdistanê ku di Newroza Amedê de derketibûn ser dikê, gel silav kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanî bangî gel kir û ji bo 3 xalên di deklarasyonê de erêkirina gel xwest.

3 mijarên ku Aydenîz dixwest gel erê bike ev bûn:

* Ji bo ku di her astên perwerdeyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerde-hînkirinê em ê têbikoşin.

* Ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê em ê têkoşîneke hevpar bidin.

* Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî em ê bi hev re têbikoşin.

Bi xwendina her sê xalan re zêdetirî milyonek kesan demeke dirêj li çepik lê dan, tililî avêtin û bi vî rengî ev xal erê kiribûn.