Tifaqa Kurdistanî: Em li dijî dagirkeriyê rabin

Tifaqa Kurdistanî ya ku partî û rêxistinên Kurdan tê de cih digirin li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em ji şerê dagirkeriyê re bêjin 'NA'. Roj roja yekîtiya netewî ye."

Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve êriş da destpêkirin. Di serî de li Kurdistanê, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê ji bilî PDK'ê heta niha sazî û dezgeh û şexsiyetên gelê Kurd û dostên xwe li dijî vî şerî derdikevin.

 Îro jî li Amedê partiyên tifaqa Kurdistanî nerazîbûnek hevpar nîşanî şer dan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier û Nusrettîn Maçîn, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, nûnerên Partiya Azadî, DDKD, Partiya Însan û Azadiyê, Platforma Jinên Kurd ku di nava Tifaqa Kurdistanî de cih digirin tevli civîna çapemeniyê bûn. Civîn li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat a Amedê hat lidarxistin.

 Daxuyanî Kurdî û Tirkî hat xwendin. Metna daxuyaniya bi Kurdî Cîgirê Serokê Giştî yê PDK -T Ozan Kardaş û metna daxuyaniya bi Tirkî jî Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Sedat Dogan xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Hikûmeta Tirkiyê ku ev demeke dirêj e li dijî Herêma Kurdistanê amadekariya operasyona leşkerî dikir, ev operasyon da destpêkirin û hê jî berdewam dike. Li operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor ku bi dehan sal in pêk tên, operasyoneke nû hat zêdekirin. Mîna operasyonên leşkerî yên ku berê pêk hatin, operasyonên ku didomin jî dê xitimandinê kûrtir bike û rê li 'çareseriyê' bigre. Em vê yekê şermezar dikin. Her wiha operasyona leşkerî binpêkirina sînorên dewleta cîran e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Divê Tirkiye di zûtirîn demê de operasyona leşkerî rawestîne, 5 baregeh û 38 xalên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê vekişîne.

 Gava yekem a çareseriyeke mayînde ev e. Ji bo vê jî em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helwesta xwe bi awayeke zelal nîşan bide ku Tirkiye operasyona leşkerî rawestîne û bi vekişandina baregehên xwe dawî li dagirkeriyê bîne.

 EM ŞER RE DIBÊJIN NA!

 Tirkiye ji rewşa ku ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê derketiye holê sûd werdigire û bi vê yekê siyaseta xwe ya şer li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser kûrtir dike, ev yek dibe ku bibe sedema karesateke nû, bi taybetî jî bibe sedema ziyanên canî! Ji ber vê em ji şer re dibêjin 'NA'. Em bang li gelê Kurd dikin ku êrişên li ser destkeftiyên xwe, statûya ku bi dest xistine jî di nav de, li hundir û derveyî sînor rawestîne.

PÊDIVÎ BI ÇARESERIYÊ HEYE

Di pirsgirêka Kurd de îro ji berê zêdetir pêdivî bi çareseriyeke aştiyane heye! Siyaseta şer a li hundir, li ser sînor, li Meclisê û li ser maseyên dîplomatîk tê meşandin çareserî pêk neanî û dê pêk neyê. Ji ber vê yekê jî em Tifaqa Kurdistanî giringiyê didin siyaseta 'normalîzekirinê' ya ku Tirkiyê bi cîranên xwe re; ji Ermenistanê heta Îsraîlê, ji Misirê heta Îmaratê daye destpêkirin û em bangî Tirkiyê dikin ku bi cîranên xwe ên rêveberiyên Kurdistanê re jî heman polîtîkaya normalîzekirinê bi awayeke mayînde bidomînin. Her gava aştiyane ya ku bi rêveberiyên Kurdistanê re bê avêtin ji bo berjewendiyên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.

POLÎTÎKAYÊN ŞER PIRSGIRÊKÊN KURDAN ÇARESER NAKE

 Eşkere ye ku polîtîkayên şer pirsgirêka Kurd çareser nake, krîza aborî û encamên wê yên civakî girantir dike. Ji niha ve xûya ye ku krîza aborî û enflasyon, zem, betalî, xizanî ya ku gel ditingijîne bi polîtîkayên şer dê bi tevahî ji kontrolê derkeve. Şer, windakirina cana ye ku di jiyana civakan de nirxên herî pêwîst ên gelan e. Krîza aborî, birçîbûn û xizanî ye. Em ji şer re dibêjin NA. Em bang li Neteweyên Yekbû (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), Yekitiya Ereban û Iraqê dikin ku 'vê operasyona leşkerî rawestînin.'

Banga me ji muxalefetê re; piştgiriyê nedin polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê. Ji şer re bêjin na, ji bîr nekin ku AKP jî bi vê polîtîkaya şer xwedî planên hilbijartinê ye. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hevdîtina bi hikûmetê re di heman xeta şer de yan jî şopandina polîtîkayên hovanetir, xelet e û dê encamên vê yekê ji bo gelên me gelek giran bin.

Em bang li gelên Tirk, Fars û Ereb dikin; Ji şer û siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA!' Û em ji bîr nekin ku bêyî gelê Kurd azad bibe; siyaset, rewşenbîr û civaka Faris, Tirk û Ereb azad nabin. Demokrasî di civakê de bi awayekî mayînde pêş nakeve. Ji ber ku siyaseta yekperest-nîjadperest; polîtîkaya navxweyî û derve, maf û azadiyên bingehîn, qanûn, sazî û çandê bi tirsa avakirina Kurdistanê dizayn dike; ev yek hewldanên deokratîkbûyinê jî jehrî dike.

Banga me ji bo siyaseta Kurd ew e ku; her çiqas di navbera dewletên kolonyalist nakokî û pevçûn hebin jî, me gelek caran dîtiye ku di cih de li ser pirsgirêka Kurd li hev kirine. Îro bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê re ku ji Eyn Îsa heta Kampa Mexmûrê dirêj dibe, Hikûmeta Sûriyê jî li ser xeta Heleb-Heseke ketiye nava liv û tevgerê. Iraq li dora Şengalê dîwar lê dike û leşkeran dicivîne û Îran jî bi fuzeyê gef li Hewlerê dixwe.

 ROJ ROJA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

 Di vê rewşa de ku ji çar aliyan ve hat dorpêçkirin; dem hatiye ku siyaseta Kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku 'Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne'.

Ango îro roj roja yekitiya netewî ye. Heke em nikaribin Yekitiya Netewî ya mayînde ava bikin, qet nebe bi helwesteke hevpar û hevkarî çalakiyên xwe pêş bixin û bibin dostên hev. Li gel helwestên cuda yên siyasî yên hêzên netewî yên Kurd, roj roja, bi hev re, parastin û pêşxistina destkeftiyan e, bi taybetî jî parastina statuya her du parçeyan e. Roj ew roj e ku divê Partiyên Kurdî; polîtîkaya 'Yê ku keştiya xwe xilas dike kaptan e' têk bibin."