'Tifaqa AKP-MHP'ê wê di binê sindoqan de bimîne'

Ciwanên Amedê diyar kirin li gel şert û mercên Rewşa Awarte jî wê tifaqa AKP-MHP'ê di binê sindoqan de bimîne. Ciwanên Amedê gotin, "Em ê bi ser bikevin."

Ciwanên Amedê, têkildarî hilbijartina zordest ku tifaqa AKP-MHP'ê biryara wê da ji ANF’ê axivîn. Ciwanê bi navê Tekîn Basmacî diyar kir ku wê 24’ê Hezîranê bibe reforma Tirkiyeyê û wiha axivî: "AKP bi Rewşa Awarte re li gorî dilê xwe welat bi rêve dibe. Dixwaze bi biryarnameyan gel di destê xwe de bigire, lê nekarî vê yekê bi ser bixe. Ji ber vê biryara hilbijartinê da. AKP hewl dide temenê xwe dirêj bike. Lê belê 24’ê Hezîranê dawiya temenê wane û wê di 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê reform pêk bê. Ji bo vê yekê jî divê her kes rengê dengê xwe eşkere bike û bikeve nava baxçeyê gulan yê HDP’ê."

'HILBIJARTINÊN TIRKIYEYÊ NE DEMOKRATÎK IN'

Jina Ciwan a bi navê Ebrû Turhan dirûşmeya HDP’ê ya ji bo serokkomariyê bibîr xist û got, ew ê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bide namzetê herî xweşik û bedew. Turhan anî ziman ku hemû hilbijartinên di salên dawî de pêk hatin yek ji wan jî ne demokratîk bûn û ev tişt got: "Li welatê ku îradeya gel di girtîgehan de be ti tişt li wî welatî ne demokratîk e. Desthilatdarî winda bike jî, encamê qebûl nake. Ciwan divê her kêlî li dijî tifaqa AKP-MHP’ê asta têkoşîna xwe xurtir bikin."

'DENGÊ AZADIYÊ WÊ BI SER BIKEVE'

Siyabend Demîr jî anî ziman ku bi zordestiya tifaqa AKP-MHP’ê biryara hilbijatinê hate dayîn û wiha got: "Hêvî û baweriya me di asta herî jor deye. Di 24’ê Hezîranê de wê alîgirên demokrasiyê bi serbikevin. Hilbijatineke demokratîk li Tirkiyeyê pêk nayê. Hevserokên berê yên HDP’ê, wekîl û bi sedan hevşaredar di girtîgehan de ne. Ji bo ku pêşiya HDP’ê bigirin hikûmeta AKP’ê hemû rêyên hiqûqê girtiye û derqanûnî biryaran digrin. Ti baweriya gel bi AKP’ê û hişmendiya wê ya faşîst nemaye. Hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê divê dengên xwe bidin HDP’ê û ji bo aramiya Tirkiyeyê bixebitin. AKP her ku diçe Tirkiyeyê li ber kaosê ve dibe. Hilbijartin di şert û mercên Rewşa Awarte de tê çêkirin û dê hikûmeta AKP’ê serî li hîle û xurdeyan bide, lê belê dîsa jî teqez em ê tifaqa AKP-MHP’ê dibinê sindoqan de bihêlin û wê rengê azadiyê bi bikeve"

Ciwanê bi navê Seyît Malîk jî bilêv kir ku ji ber ku HDP ji bo aramî, azadî û wekheviyê têdidkoşe û wê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP’ê.