'Tifaqa Êzidiyan wê dengê rastîn ê Şengalê bigihîne Bexdayê'

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî destnîşan kir ku civaka Êzidî salvegera fermanê bi vegera gel û xebatên tifaqê pêşwazî dike û got, ,"Eger gotin û biryara Êzidiyan yek be, Iraq mecbûr e mafê Êzidiyan bide."

Di 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê de, civaka Êzidî xwedî rojeveke xurt a siyasî û civakî ne. Li aliyekî bi sedan malbat ji kampên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin Şengalê, li aliyê din hêzên siyasî û civakî gotin û biryara xwe dikin yek da ku hesabê sûcên fermanê bixwazin û pirsgirêka statuya Şengalê zelal bikin. Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî jî rojeva siyasî ya PADÊ û daxwazên civaka Êzidî ji ajansa me ANF’ê re nirxand û balê kişand ser yekrêzî û tifaqa civaka Êzidî ya li Şengalê.

‘ENCAMA SERWERIYA PDK’Ê YA 13 SALAN, FERMANA 2014’AN E’

Qehtan Qîranî di destpêka nirxandina xwe de rexne li edaleta Iraqê kir ku, ev 9 sal in fermana li ser Êzidiyan weke qirkirinê qebûl nekiriye û wiha pêde çû: ‘’Hêvî û bendewariya civaka Êzidî ji Iraqê hebû ku mijara gorên komî û Êzidiyên windayî bixe rojeva xwe û xwedî lê derkeve. Lê ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erka xwe ranebûn. Ji vê rastiyê ev tê fêmkirin, eger Êzidî xwedî li xwe dernekevin, wê rastî qirkirinêk din bê. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de me ev rastî dît. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 13 sal qaşo parastina Şengalê kir, encam fermana 3’ê Tebaxa 2014’an e. Civaka Êzidî bi çekên sivik lê bi îradeyeke mezin li ber fermanê sekinîn û karî beşek ji civaka xwe ji fermanê biparêze. DAÎŞ hat nîvê Iraqê û Sûriyê şikand, lê li Şengalê şikest.’’  

‘ÊZIDÎ CARA YEKEM E PIŞTÎ FERMANÊ VEDIGERIN WARÊN XWE’

Civaka Êzidî 9’emîn salvegera fermanê bi vegera li Şengalê pêşwazî dike ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi dirûşmeya ‘’Vegerin Şengalê hilînin tola fermanê’’ kar û xebatên vegera gel û pêşwazîkirina wan dimeşîne. Qehtan Qîranî jî derbarê dîroka fermanan de tesbîteke balkêş kir û got: ‘’Di dîrokê de Êzidî piştî fermana ku pêk hatî, venedigerîn warên xwe. Ev cara yekeme em dibînin Êzidî piştî qirkirina 3’ê Tebaxê, bi vîn û daxwaza xwe vedigerin warên xwe. Çawa vedigerin, bi hêztir vedigerin.”  

‘DIVÊ GOTIN Û BIRYARA CIVAKA ÊZIDÎ YEK BE’  

Qehtan Qîranî balê kişand ser parçebûna civakî û siyasî ya Êzidiyan û bi van gotinan girîngiya tifaqê nirxand, ‘’Hêzên cuda yên leşkeri û siyasî yên Êzidiyan hene. Pêwîste civaka Êzidî di daxwazên xwe de xwedî yek gotin be. Destûra Iraqê di gelek xalên esasî de mafên civaka Êzidî diparêze. Ger gotin û biryara Êzidiyan yek be, Iraq neçare ku destûra xwe pêk bîne. Nabe ku her aliyek biçe li gor berjewendiyên xwe ji Iraqê tişt daxwaz bike. Ya girîng, Êzidî destpêkê li Çiyayê Şengalê bibin yek paşê daxwazên xwe bigihînin cihên pêwîst.’’  

Qîranî derbarê xebatên tifaqê yên li Şengalê jî ev agahî dan: ‘’Piştî fermanê cara yekem e ku li Şengalê aliyên siyasî û civakî dibin yek û tifaqê pêş dixin. Eger gelên Şengalê piştgiriya vê tifaqê bikin, ev tifaq dikare daxwaza mafên Êzidiyan bike. Ev tifaq di hilbijartinan de jî dikare ji gel re bibe hêvî da ku dengên wan vala neçe. Dikarin dengê rastîn a Çiyayê Şengalê bigihînin Bexda yê. Niha hin kes hene di Meclîsa Iraqê de li ser navê Êzidiyan tevdigerin, lê ti eleqeya wan ne bi Şengalê re ne bi Êzîdîbûnê re nîne.’’    

‘ÊZIDÎ Û ÇIYAYÊ ŞENGALÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE’  

Qehtan Qîranî di dawiya nirxandina xwe de jî siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser Şengalê bi van gotinan nirxand: "Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Şengalê, tolhildana şikestina DAÎŞ’ê ye. Hewil tê dayîn ku heyfa DAÎŞ’ê ji Êzidiyan bigirin. Wan tifaq kiribû ku Êzidî ji Çiyayê Şengalê derînin, lê hêviyên wan pêk nehat. Bi hêza ku gerîlayên PKK’ê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê da Şengalê, ev armancê wan biser neket. Ji ber wê hê jî dixwazin rê li ber vegerê bigirin û êrîşên xwe jî berdewam dikin. Ruxmê van êrîşan jî Êzidî vedigerin Çiyayê Şengalê. Êzidatî û Çiyayê Şengalê bi hev ve girêdayî ye. Êzidî çiqas li Çiyayê Şengalê bimînin, Ezidatî wê ewqas berdewam bikin û xurt bin."