‘Ti cudahî di navbera guleya li Şengalê û bombeyên li Qendîlê tên barandin nîne’
Li Binarê Qendîlê êrîşa provakatîf a ku ji aliyê komên çete yên girêdayî PDK’ê li ser Şengalê pêk hatibû, hat protestokirin.
Li Binarê Qendîlê êrîşa provakatîf a ku ji aliyê komên çete yên girêdayî PDK’ê li ser Şengalê pêk hatibû, hat protestokirin.
Gundiyên Binarê Qendîlê ji bo şermezarkirina êrîşa provakatîf a ku bi destê komên çete yên girêdayî PDK’ê ve li dijî Şengalê di 3’yê vê mehê de pêk hatibû, di pêşengiya Tevgera Azadî de îro li hev civiyan û banga yekîtiya neteweya Kurd kirin. Di daxuyaniya şermezarkirinê de ku ji aliye Şemal ve hate xwendin, hat destnîşankirin ku ev êrîşa li Şengalê xizmetê ji dijminên Kurdan re dike û got; “Dixwestin wek qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an bi serê Şengalê binin. Lê Êzidiyên îro ne mîna yên wê rojê ne. Xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo bi rêxistin kirine, bûne xwedî parastina xwe.”
Şemal di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ku hewldanek şerê birakujî heye û wiha pê de çû: “Dixwazin Kurdan bi hev ve bidin şikandin. Heman pîlangerî îro li ser Qendîl û Rojava jî heye. Guleya ku şervanê YBŞ’ê şehîd kirî, ji wan bombeyên ku li Binarê Qendîlê dibarin ne cudatir e.” Şemal, li dijî van êrîşan li ser navê xelkê binarê Qendîlê nerazîbûn anî ziman û banga Yekîtiya Neteweyî û Kongreya Neteweyî kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de, ji şêniyên binarê Qendîlê Mam Marûf Enzêyî ji bo yekgirtina Kurdan û têgihiştina yekgirtinê helbestek got. Piştre li ser navê ciwanên binarê Qendîlê Mamoste Mihemed axivî û got: “Em wek ciwan li dijî vê pîlangeriyê ne û di yekîtiya neteweyî de bi israr in.”
Her wiha ji welatiyên Binarê Qendîlê Naciye, Hevşaredara Binarê Qendîlê Amîne Hemed Abdullah, Xecîc Hesen, Rengîn Hesen Mamkak ji ajansa me re axivîn, li dijî êrîşa li ser Şengalê nerazîbûnên xwe anîn ziman û mîna hewldana şerê birakujiyê bi nav kirin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ku bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimire Xiyanet”, “Bijî Yekîtiya Kurdan” bi dawî bû.