Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Tevî ku êrîş hate kirin berxwedana gelê Şeladizê domiya

Balefirên şer ên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê êrîşeke hewayî li dar xistibû û di vê êrîşê de 5 kes şehîd bûbûn. Ji bo 5 şehîdan merasîma cenaze hate lidarxistin û asayîşa PDK’ê êrîşî merasîmê kir.

Welatiyên Şêladizê wekî duh îro jî li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker derketin kolanan. Welatiyên bi dirûşmên, “Bijî PKK”, “Bimire xiyanet” hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re protesto kirin, hewl dan ber bi baregehên dewleta Tirk ên li navçeyê ve bimeşin. Lê hêzên PDK’ê êrîşî welatiyan kirin. Welatiyan jî bi keviran bersiv dan êrîşê.

Welatiyên tevî hemû mudaxeleyan dest ji xwepêşandanê bernedan, bi dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî berxwedan”, “Bimire xiyanet”, “Bimire Edogan” meşiyan.

Welatiyan paşê bi şertê ku hêzên PDK’ê çar çalakgerên destgîrkirî berdin, xwepêşandana xwe ya îro bi dawî kirin.