Tevî her tiştî Berxwedan -5

Heta ku ambargo û dorpêçiya li ser Wargeha Mexmûrê bidome, wê pirsgirêkên têkildarî tenduristî û aboriya gel jî zêde bibin.

ûyer û guheritnên dawî yên li tevahiya cîhanê qewimîn, bi taybetî jî kaosa ku pergala sermayedar hem di nava xwe de hem jî li derveyî xwe dijî, gihîştiye asteke ku êdî nikare xwe jê rizgar bike. Her wiha pergala kapîtalîzmê êdî dizane ku mirovatî jî pê hesiyaye ku pergala heyî ya kapîtalîzmê nikare xwe bidomîne. Lewma li hemberî gelan û bi taybetî gel û tevgerên azadîxwaiyê bi çavsorî serî li her cûre êrîşan dide. 

Belavkirina şewba koronayê nîşan da ku şerê cîhanî yê sêyemîn rehendekî din bi xwe ve dîtiye û ev car êrîşên biyolojîk jî li ser cûreyên êrîşên berê hatiye zêdekirin. Bi vê yekê û bi bikaranîna profesyonel ya medyayê raya giştî xistin nava tirsekî mezin ku bi ti awayî bertekê nîşanê wan nede. Hê ji niha ve ew yek bi awayekî wekirî xwe daye der. 

DEWLETA TIRK HEMÛ FERSENDÊ DIGERE KU KURDAN QIR BIKE

Ji aliyê din ve jî hemû hêzên girêdayî pergala kapîtalîzmê yên dewlet netew bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker ku ji derve re li Lîbyayê û Idlibê û ji hêla navxweyî ve tengav bûye wê pêvajoya heyî weke firsendekî ji bo qirikirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê bi kar tîne û bi wê rengî dixwaze temenê xwe dirêj bike. Ji bo vê yekê hemû hêzên xwe û hêzên hevkar û xayînên nava Kurdan jî xistine dewrê. 

DI ŞEXSÊ MEXMÛRÊ DE DIXWAZIN PERGALA XWESERIYA DEMOKRATÎK Û NIRXÊN VÎNA AZAD TINE BIKIN

Ambragoya li ser wargeha Mexmûrê û provakasyona li Zînî Wertê diyardeya wê yekê ye. tenê yek armancê wan êrîşan heye ev jî dagirkirina Kurdistan û tunekirina nasnameya Kurdê Azad e.

Bêguman li hemberî êrîşan jî Kurdên welatparêz û bi rûmet bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê ji Rojavayê Kurdistanê bigire heta Şengal û Mexmûrê pergala Xweseriya Demokratîk a civakiya xwe ava dike û pêş dixe. Ji ber ku li hemberî sîstema rizî ya kapîtalîzm û dewlet neteweyan xwedî alternatîf e lewma her tim rû bi rûyê êrîşan dibe. Mînaka wê ya herî şênber li ser wargeha Mexmûrê tê dîtin. 

Ferzkirina ambargoyê li ser Mexmûrê, zêdebûna tevger û êrîşên DAÎŞ’ê û êrîşên hewayî li ser wargehê mînakên herî eşkere ne ku nîşan dide dixwazin di şexsê Mexmûrê de bîrdozî, felsefe, pergala xweser û demokratîk, nirx û vîna Kurdê Azad bişkînin. Ji ber her ku diçe ev pêla azadiyê ku mirovatî jî jê bandor dibe, mezin dibe û vediguhere hêviya rizgarbûna ji zilm û zordariyê.

DI DEMA AMBARGOYÊ DE DU CARÎ ÊRÎŞ HATIN KIRIN

Di dema ambargoyê de 19’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer bombe li Mexmûrê barandibû û du sivîl birîndar bûbûn. Dîsa 15’ê Nîsanê vê carê balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirk (SÎHA) bombe li 3 jinên sivîl ên dema ji bêriy vedigeriyan barandin û her sê jin qetil kirin. Her wiha beriya wê jî êrîş hatibûn kirin û sivîl hatibûn qetilkirin û birîndarkirin.

TEVGERA BALAFIRÊN KEŞFÊ Û ŞER

Di vê qonaxa ambargoyê de mirov dikare bêje toj tine ku tevgera balafirên keşfê li esmanên Mexmûrê kêm bibe. Dîsa li gel tevgera keşfê balafirên şer jî digerin. Lê nayê zanîn bê ka ev balafirên keşfê yên Tirkin an jî hikûmeta Iraqê yan jî koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê ye. Her wiha li hemberî van tevgeran ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Kurdistanê dengê  xwe nake. Ev jî guman û metirsiyê zêdetir dike.

TEVÎ HER TIŞTÎ, XELKÊ MEXMÛRÊ JI YA XWE VENEGERIYAN E

Şêniyên wargeha Mexmûrê ku ev 26 salin li hemberî zilm û zordariyê serî hildaye û ji bilî jiyana azad hemû şêwazên jiyanê red kiriye bi ambargoya ku li ser hatî ferzkirin wê çok nedanê. Tevî ku zêdetirî 10 meh in şêniyên wargehê heta astekî ketibin nava zehmetiyan, her wiha dewleta Tirk a dagirker û nokerên wê ku li bendê bûn di nava demekî kurt de wargeh ji ber şertên nemirovî ya ambargoyê û êrîşên cûr bi cûr belav bibe û şêniyên wê xwe radest bikin, lê gelê berxwedêr ê wargehê ku ava Zagros û Botanê vexwarine ne tenê xeyalên wan pûç kir, ber ku bê navber rolê xwe yê pêşengtî ji bo hemû Kurdistan û mirovatiyê domand.

Endamê Komîteya Dîplomasî ya Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) mamoste Seîd Çomlek li ser êrîşên li Mexmûr, polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê û dîsa helwesta gel nirxand.

Mamoste Çomlek di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘GEL ZEHMETIYÊN MEZIN DIKIŞÎNIN’

“Wek tê zanîn ev deh mehe ambargoyek girankirî ji aliyê PDK’ê ve li ser me hatiye danîn. Di vê ambargoyê de, gelê me bi zorî û zehmetiyan re rû bi bû man. Ji ber derfetên kar êdî ne hatin dîtin, karkerên me yên li Hewlêr kar dikirin hemû ji kar hatin derxistin. Hatin û çûna Wargeha Mexmûr û Hewlêr bi temamî ji aliyê PDK’ê ve hate qedexe kirin. Tu kesan ne karî di van deh mehan de derbasê Hewlêr bibe, nexweşên me çêdibûn derbas nekirin û niha jî derbas nakin, astengiyên mezin ji nexweşên me yên giran re çêdikin.

Gelek welatiyên me dema ku ji Hewlêr dihatin wargehê ji aliyê PDK’ê ve dihatin girtin û yên ku ji vir biçin Hewlêrê jî astengî ji wan re dihat çêkirin. Bi taybet nexweşên me yên giran di demê berê de li Hewlêr dihatin tedawî kirin, lê piştê ku ambargo danîne ser wargehê nexweşên me êdî ne hiştin derbasê Hewlêr bibin. Hem di aliyê tenduristiyê de û hem jî di aliyê aborî de giraniyekê mezin li ser wargehê pêk hat. Heta mirov dikare bêje ji ber ambargoyê mirovên me yên ku jiyana xwe ji dest dabû hebûn û bi taybet jinên dû canî, ji ber di demê xwe de ne hiştin biçin nexweşxaneya Hewlêr, ji ber wê yekê zarokên wan yê di zikê dayika xwe de ji dest dan. Her wisa mirovên me yên ku nexweşiya dil bi wan re heyî di bendên Hewlêrê de nehiştin derbas bibin û astengî ji bo wan hatin çêkirin. Em dikarin bêjin di van deh mehên ambargoyê de me wek gelê Mexmûrê gelek zorî û zehmetî kişand û heta niha jî ev zorî û zehmetî berdewam in.

‘ARMANC BELAVKIRINA WARGEHÊ BÛ’

Di berê de jî rêbazên ambargoyê li ser me dane meşandin. Bi taybetî di salaa 1995’an de li wargeha Etrûş dîsa PDK’ê ev rêbaza ambargoyê dida meşandin. Di wê demê de jî armanca wan dawî lê anîna jiyana wargehê bû. Jiyana wargehê ji bo PDK’ê giran dihat, PDK’ê jiyana wargehê qebul ne dikir. Ji ber wê yekê ambargoyekê tund danî li ser wargehê. Sê mehan hatin û çûyîn qedexe bû, her wisa hatina erzaq jî qedexe kirin. Di wê demê de jî zehmetiyên pir mezin hatin kişandin. Her wiha gelek mirovên me di wê ambargoyê de jî jiyana xwe ji dest dan. 

‘DIXWAZIN ME BÊ VÎN BIHÊLIN’

Wek tê zanîn PDK ne tena serê xwe ye, hevkarê wê dewleta Tirk e. Di van ambargoyên ku li ser wargehê ferzkirinî de destê dewleta Tirk heye, ev eşkere ye. Her wiha hikûmeta navendî ya Iraqê jî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî di vê hêlê de bê deng in. Lê em dikarin zelal bêjin ji ber zextên Tirkan û bi daxwaza PDK’ê ambargoyek giran kirî li ser me tê meşandin. Dixwazin îradeya me bişkênin, dixwazin em dev ji jiyana xwe ya demokratîk û komînal berdin. 

‘LI DIJÎ ÊRÎŞ Û AMBARGOYÊ HER TIM GEL BÛYE XWDÎ BERTEK Û HER DIÇE JÎ ZÊDETIR DIBE’

Gelê Mexmûr geleke zana ye. Gelê wargehê bi salane, ji perwerdeyan re derbas bûne, xwe perwerde kirine. Civaka wargehê civakekê polîtîk e. Gelê wargehê helwestên dagirkeran dizanin, her wiha helwesta PDK’ê jî baş dizanin. Gel dikare li hember van helwestên ne mirovane helwestan daynin û li ber xwe bidin. Rexmê hemû êrîşan û ambargoyê bertekê gelê Mexmûrê hertim hebû û her ku diçe zêde dibe. Wek me gotî armanca PDK û dewleta Tirk belavkirina wargehê ye, lê belê gelê wargehê li hember van êrîşan yekîtiya xwe xurttir kirine. Ev 26 sal e jiyanek heye, ev jiyan ji jiyanên din cudatire; ne wek yên dewletan in, jiyanekê xweser hatiye ava kirin. 

‘JI BO RAKIRINA AMBARGOYÊ Û ÊRÎŞAN DIVÊ ASTA ÇALAKIYAN BÊN XURTTIRKIRIN’

Wisa dixuyê ku ambargo wê dirêj bike. Her ku ambargo dirêj bike, wê zorî û zehmetiyên me jî mezintir bibe. Hem di aliyê tenduristiyê de û hem jî di aliyê aborî de wê rewşekê xeter derbikeve. Ji ber vê yekê ji bo ev ambargo ya li ser wargeha me bê rakirin pêwîste çalakiyên cûr be cûr hem li Kurdistanê û hem jî derveyî Kurdistanê werin çêkirin û nêzîkatiyên PDK û dewleta Tirk bêne şermezar kirin.”

Bi dawî bû.