Pergala gel cihê şifayê ye…

Pergala ku li ser feraseta dewletparêziyê hatiye avakirin li her cihê nexweşiyan belav dike, li dijî vê pergalê civaka ku bi hişmendiya exlaqî û polîtîk tevdigere li her derê şifayê belav dike. Mînaka vê pergalê jî Nexweşxaneya Şehîd Hogir e.

Qada tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya rêveberiya xweser de, li ser bingehê baweriya bi xwe û têrkeriya xwe, xwe bi rêxistin kiriye û di her şert û mercî de hewil daye ku pêwîstiyên tendirustiyê yên civakê pêşwazî bike. Heta bi vê yekê re sînordar namîne; xelkên herêmên ji derveyê Mexmûrê jî tên û tedawî dibin. Di pêvajoya ku ambargo li ser heye û heta niha kariye bi kêm û kurtiyên xwe, wan pêwîstiyên civakê pêşwazî bike.

Nexweşxaneya Şehîd Hogir a ku li ser esasê Rêveberiya Xweser û di bin sîwana Komîteya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê de hat avakirin jî, ji sala 2018’an û bi vir ve bi hemû derfetên xwe yên heyî bi tendirustiya şêniyên Mexmûrê re eleqeder dibe. Xelkên ji derveyê Mexmûrê yên ji bajarên wek Bexda, Kerkûk, Tîgrît û bajarên din û gundên derdora Mexmûrê jî ji bo dermanbûnê tên Nexweşxaneya Şehîd Hogir. Ev nexweşxane, nexweşxaneyeke rojane ye ku ji 19 saetan zêdetir vekirî ye. Bi giştî 22 endamên vê nexweşxaneyê hene.

‘JI BO TEDAWIYÊ BERÊ XWE DIDIN NEXWEŞXANEYA ME‘

Ji bijîşkê nexweşxaneyê Dr. Mihemed Ûnver anî ziman ku komîteya tendirustiyê girêdayê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê û beşek ê Rêveberiya Xweser e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev komîte girêdayê Meclîsa Gel e. Komîteya tendirustiyê beşek ê rêveberiya xweser e. Nexweşxaneya me nexweşxaneyeke rojane ye ku ji 19 saetan zêdetir ji gel re xizmetê dike. Ji Mexmûra jêr, gundên dewrûber, ji bajarên weke Kerkûk, Tîkrît û Bexdayê ji bo tendirustiyê tên gel me. Ev zêdeyê 4 salan e ku ev nexweşxane dixebite û li gel vê xebatê jî wek tê zanîn ambargoyek li ser wargehê heye. Her wiha ji ber rêgiriya heyî jî me nexweşên xwe bi awayek ê bi lezgînî ji bo tedawiyê şandine nexweşxaneyên ji der ve, lê derbas nebûne. Di aliyê dermanan de jî gelek pirsgirêk derketin. Ligel ku di gelek aliyan de pirsgirêk derdikevin, ji ber birêxistinbûna ku li vir hatiye avakirin em tedawî dikin û gel jî ji vê tedawiyê razî ye. Dibe ku ji ber nebûna bijîşkên pispor me nekarîbe di hinek aliyan de tedawiyên xwe bikin, lê bi taybet di aliyê destwerdanên yekem, nexweşiyên giştî û nexweşiyên kronîk de em tedawî dikin.”

‘SÎSTEMA KAPÎTALÎZMÊ TENDIRUSTÎ KIRIYE MÎNA BAZIRGANIYÊ‘

Ûnver da zanîn ku endamên wan ên nexweşxaneyê ji wargehê bi xwe ne û wiha pê de çû: “Dema ku em carinan nexweşên xwe dişînin derve, gazindên wan ên heyî piranî ji ber nêzîkbûnên ku li beramberî wan tên nîşandan in. Lê li vir ev yek berevajî ye. Gelek caran eger saetên karkirinê yên nexweşxaneyê nebin û nexweşên me hebin, em tên vir û xizmetê dikin. Em bi nexweşan re eleqedar dibin, di aliyê perwerde, şîret kirin û xwe parastina ji nexweşiyan jî em li vir eleqeyek a baş nîşan didin. Ev jî dibe sedem ku xelk hîn zêdetir berê xwe bidin vir. Xelkên ku ji der ve jî tên dibêjin eleqe, tedawî û xizmeta ku li vir tê pêşkêşkirin ji der ve nayê dîtin. Sîstema heyî, ango sîstema kapîtalîzmê tendirustiyê mîna amûrek a bazirganiyê lê kiriye, gelek caran bi pereyên zêde tedawiyên ku ne hewce ne jî dikin. Bê guman ji ber ku li vir ev mantiq nîn e, xelk berê xwe didin vê derê. Li vir mantiqê bazirganiyê nîn e mantiqê xizmet, têgihîştin û têgihandina nexweşan e. Heta nexweşek ê me pêwîstî bi dermanan nebe, em derman nadin. Em hewl didin bi rêya perwerdekirin, şîretkirin û têgihandinê ku nexweş wê çawa bikare xwe û civakê ji nexweşiyan biparêzin, bibin alîkar.”

‘PDK Û HIKÛMETA IRAQÊ NAHÊLIN KU DERMAN DERBASÊ WARGEHÊ BIBIN’

Ûnver bal kişand li ser zorî û zehmetiyên ku di dema ambargoyê de çêdibin û got: “Ji ber ku di gelek aliyan de derfetên me yên destwerdanê nîn in, mînak eger sezaryen ji bo dayikekê hewce bibe, derfeta me ya destwerdanê nîn e. Em neçar dibin ku nexweşên xwe yên pençeşêr pê re heye bişînin ji der ve. Dema em nexweşên dişînin, ji ber erkeke mirovî û tibî ye divê rê ji wan re bê vekirin. Lê heta niha me vê tişt ji PDK’ê nedît. Gelek caran li xalên wan ên kontrolê heqaret li nexweşan hatiye kirin û dayikên me zarokên xwe ji dest dane û me nexweşên xwe yên penceşêr bi wan re hebûne şandine, lê destûr nedane derbas bibin û zivirandine. Nexweşiyên kronîk ên gelek nexweşan hene. Divê bi domdarî derman ji van nexweşan re bên temînkirin. Em jî hewil didin ku bi derfetên xwe van dermanan temîn bikin. Dema em temîn dikin, ne PDK û ne jî hikûmeta Iraqê nahêlin ku ev derman derbasî wargehê bibin.”

NEXWEŞXANEYA ŞEHÎD VIYAN A FÎZYOTERAPIYÊ

Li aliyê din di aliyê nexweşiyên fîzîkî de jî di sala 2003’yan de, Nexweşxaneya Şehîd Viyan a Fîzyoterapiyê hatiye avakirin û tevî ku du bijîşkên vê nexweşaneyê hene, jî xizmetek a baş ji şêniyên wargehê re dikin. Ev nexweşxane, bi gelek derfetên kêm dest bi xizmeta ji gel re kir. Lê bêderfetiyên heyî ji xwe re asteng nedîtin û ji bo bipêşxistina vê nexweşxwaneyê û xizmetek a baştir, her tim di nava hewildanan de bûn. Niha jî ji bo xizmetek a hîn baştir bê kirin, di nava hewldanan de ne.

‘CÎHAZÊN ME YÊN XIRAB DIBIN EM BI XWE TEMÎR DIKIN’

Yek ji bijîşka nexweşxaneyê Dr. Tîrêj Demîr destnîşan kir ku ev nexweşxane, bi derfetên gelek kêm de ava kirine û got: “Bi arîkariya dost û xêrxwazên heyî me navenda xwe pêş xist. Cîhazên ku ji bo me pêwîst hem şandeyên ji der ve yên dihatin û diçûn, hinek nexweşên me yên ku tedawiya wan bi dawî bûyî wek diyariyekê ji bo anîn. Li gorî salên berê pêşketin heye û me cihê xwe hinek berfireh kiriye.

Piştî ambargoyê êdî şande pir kêm dihatin. Beriya ambargoyê li gorî destûrên me divê nexweş çûban bijîşkên giştî yên ji derve, rapora wî/wê hatiba amadekirin û me li gorî wê tedawî kiriba. Lê ji ber rêgirî û ambargoyê, ji ber ku nexweşên me nedikarî biçin ji der ve me zor û zehmetî kêşan. Di aliyê tiştên ji bo nexweşxaneyê pêwîstin de jî pirsgirêk derketin, ji ber ku ne em dikarin biçin bînin û ne jî kes ji bo me naîne. Gelek cîhazên me hene ku dema xirab dibin, gelek kes nizanin çêbikin, em neçar dibin ku em bi xwe çêbikin.” 

Dayîka bi navê Qumrî Yaman ku yek ji nexweşên li Nexweşxaneya Fîzyoterapiyê tedawî dibîne ye, da xuyakirin ku ev sê meh in ew tedawî dibîne û bi got ku dema wê nû tedawî dît û niha gelek ferq û cudahî di aliyê erênî de di nexweşiya wê de çêbûne. Dayîka Qumrî, îşaret pê kir ku tevî nexweş zêde ne û derfet jî kêm in, bi eleqeyek a baş nêzê nexweşan dibin û da zanîn ku her nexweşê/a vê nexweşxaneyê, sûd û encamek a baş jê girtiye.