Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyên xwe yên li Amedê ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên ku li Amedê pêkanîn bi daxuyaniyekê ragihand.

Tevgera Ciwanên Şoreşger têkildarî çalakiyên xwe ev agahî parve kirin:

"Ji aliyê Yekineyên Tolhildana Şehîd Rênas Awesta di şeva 9'ê Nîsanê saet 21:00'an de, li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep a ku li rêya Baglar Sento yê hatibû bicihkirin çalakiya bi bombeya deng lidar xistin. Di encamê de wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep derb xwar û bi wesayîta barhilgir ji cihê bûyerê hate rakirin.

Yekinêyên Tolhildana Şehîd Êrîş Botan di şeva 30'ê Adarê seat 22:30'an de li dijî wesayîta zirxî a Ford Ranger a ku li Taxa Aramî ku kevîn danî bû b bombeyên deng û molotofan çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de hinek çeteyên qesrê birîndar bûn.

Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zerdeş Che di 18'ê Adara 2017'an seat 21:00'an de li dijî marketa A-101 a ku li derdora 2000 Baglar Ozlemê bi bombeyên deng û molotofan çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de marketa A-101 ziyanekî mezin gihiştê.

Yekineyên Tolhildana Şehîd Alî Firat di şeva 10'ê Adarê de di seat 23:00'an de li dijî çeteyên ku li Rezanê hatibûn bicihkirin, çalakiya bi bombeya deng hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de hinek çeteyên qesrê birîndar bûn.

Yekineyên Tolhildana Şehîd Çiyager Hevî di şeva 1'ê Nîsanê saet 19:00'an de li dijî wesayîta zirxî ya tîpa Akrep ku li Taxa Yenişehirê kemîn danîbû çalakî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa Akrep hat derbkirin û ziyanekî mezin di wesayîtê de çêbû. Wesayît ji cihê bûyerê hat dûrxistin."