Tevgera Azadî: Yekane rê yekîtî ye

Hevserokatiya Tevgera Azadî der barê êrîşa li ser Balafirgeha çandiniyê ya Erbatê ya Silêmaniyê de daxuyaniyek da û got, "Yekane rê yekîtî û xweparastin e."

Tevgera Azadî der barê êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser Balafirgeha çandiniyê ya Erbetê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev êrîş helwesteke dijminane ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev helwestek ne rewa û dijminaneye dijî hêzên Herêma Kurdistanê ên di şerê dijî komên terorîst ên DAÎŞ’ê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwedî rol in. Êrîşên dewleta Tirk ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriye, Şengal û komployên li ser Başûrê Kurdistan, bi taybet jî li ser Silêmaniyê, bi tolhildana Erdogan ya li dijî hêzên ku DAÎŞ têkbirin ve girêdaye. Gelek caran berprisên wan ragihandin an divê bi dagirkeran re weke ku niha PDK’ê û Barzanî dikin re bin, yan jî wê werin terorkirin.

Dagirkerên Kurdistanê êrîş û komployên xwe kûrtir kirine, piştî şikestina wan ya li Kerkûkê (PDK û Tirkmen), vê carê êrîşê hêzên Dije Teror yên Silêmaniyê kir. Lê divê dagirkerên Kurdistanê bizanin Silêmanî ti carî serê xwe li ber ti zalim û dagirkeran netewandiye û natewîne. Wê li hemberî pilan û êrîşan xeta xwe ya berxwedan û nîştimanperweriyê bihêztir bike.”

Tekane rê yekrêzî û parastina xwe ye, xwespartina bi siyaseta dagirkeran, karê sîxurtî û xwefiroşane. Em bang li Hikûmeta Iraq, parlamenteran, dostên Gelê Kurd û hevpeymana Navnetewî dikin, erkê xwe yê exlaqî û yasayî bicih bînin û van kiryarên dewletên dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê bidin rawestandin. Hemû êrîşên hewayî û bejahî qedexe bikin.

Hezar silav li giyanê van pêşmergeyên qehreman ên Dije Teror ku di êrîşa li ser balafirgeha Erbet de şehîd bûne.”