Tevgera Azadî: Rojbûna Rêberê gelan û aştiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin

Tevgera Azadî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek belav kir û got, “Rojbûna Rêberê gelan û aştiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin.”

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peymak belav kir.

Tevgera Azadî, diyar kir ku Rêber Gelê Kurd ji bo parastin û rizgarkirina hebûnek serwer û bi rûmet hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd diyarî kir û  got: “Rêber û qasidê mirovahiyê Rêber Apo, 24 salin bi komplo û qirkirina gardiyanên faşîzm û kolonyalîzma cîhanê, di Girtîgeha Îmraliyê de bi bê mafî û bê dadî, tê girtin. Ev yek jî tê wateya berdewambûna siyaseta qirkirin û tûnekirina neteweya Kurd û komkujiyên ku me ji dervey yasa û rêgezên cîhanê hiştinê ye.

Divê em Rêber Apo azad bikin û sîstema tecrîdê bişkînin. Ev jî erk û berpirsyartiyek mirovî û têkoşînek exlaqî dixe ser milê me jin, ciwan û azadîxwazan ku li hemberî hemû astengiyan berxwedan û têkoşînê berdewam û berfirehtir bikin.”