Tevgera Azadî: Newroza 2017’an ji bo yekîtiya neteweyî ferman e!
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got fotografê ku di Newroza 2017’an de derketî holê ‘’fermana yekîtiya neteweyî’’ ye.
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got fotografê ku di Newroza 2017’an de derketî holê ‘’fermana yekîtiya neteweyî’’ ye.
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir encamên ku di Newroza Başûrê Kurdistanê de derketî holê ji ANF’ê re nirxand û got: ‘’Ji hemû hewldanên qirkirin û komkujiyan re bû bersiv. Gel li qadan banga mezinkirina têkoşînê da li dijî hemû qirkeran û nokerên wan’’
Şakir got, ‘’Dijminên gelê Kurd hevalbendî bi nokeran re kirin û armanc dikirin ku pîrozbahiyên Newrozê asteng bikin. Nedixwestin ku Kurd destkeftiyên xwe yên ku bi berdêlan bi dest ve anîne gaveke dîtir bi pêş ve bibin û serfiraz bikin ‘’ û got wêneyê ku derketî holê berevajî vê bûye.
‘NEWROZ HER KES ANÎ CEM HEV’
Şakir diyar kir ku dewleta Tirk û nokerên wan bi êrîş, operasyon, girtin û komkujiyên ku li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr bi ser gelê Kurd de pêk dianîn, armanc dikirin ku têkoşîna azadiya Kurd beralî bikin lê yek ji dêrîntirîn gelên Rojhilata Navîn Kurd Newroz li dijî Deheq, dagirker û mêtingeran weke helwestê wesifandine û ev helwest jî di Newroza îsal de hildana asta herî jor.
Şakir wiha got: ‘’Bi pîrozbahiyên Newrozê yên îsal ên Başûrê Kurdistanê, hate nîşandan ku ev Newroza azadiyê ya gelê Kurd e. Ji hemû beşên civakê yê gelê Kurd, pêşmerge, gerîla, Ereb, Tirkmen hemû li qada Newrozê hatin cem hev. Ev mesajeke têra xwe watedar e û Newroza îsal bi wêneyên ku ji qadan derketî gihaşte armanca xwe.’’
GEL LI QADAN FERMANA YEKÎTIYA NETEWÎ DA
Şakir bal kişande ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a van du salan ku li Bakure Kurdistanê pêk tîne û got: ‘’Tiştên ku li wir têne jiyîn pir girîng bûn, diviya bersiv bihatana dayin. Ji ber ku li gel ew çend zilm û zordariyê rastiya ku di serî de li Amedê, li Cizîrê derketî holê mesaja berxwedanê bû. Dîsa armanca hevpar a êrîşên bi ser Rojava, Şengalê de astengkirina yekîtiya Kurd, têkoşîna azadiyê û tasfiyekirina wê bû. Di Newrozê de me dît ku Kurd li gel hemû zextan û astengkirinan jî bi yek deng û rengî li dor Newrozê bûne yek. Mesaja sereke ya ku li qadan hatî dayin ew bû ku têkoşîna azadiyê bênavber bi giyanê yekitiya neteweyî were domandin.
‘LI GEL PDK’Ê JÎ DI YEKÎTIYA NETEWÎ DE ISRAR KIRIN’
21’ê Adarê bi tevlêbûna bi deh hezaran li Qendîlê Newroz hate pîroz kirin, PDK bi çekê hewl da ku vê asteng bike. Şakir li dijî vê helwesta PDK’ê helwest nîşan da û got: ‘’Li Başûrê Kurdistanê li gel ku dinya şilî û serma jî bû pîrozbahiyê bêhempa hatin kirin. Bi deh hezaran kes bi vê mebestê hatin Qendîllê. Mesaja ku li wir hatî dayin yekîtiya neteweyî û daxwaza azadiyê bû. Ev li gel astengkirina PDK’ê û bi ser de jî li gel ku li dijî gel çek bi kar anî jî pêk hat.
Mesaja ku gel di Newrozê de dayî, di serî de ji bo me, lê di heman demê de ji bo hemû hêzên siyasî mesaja yekîtiya neteweyî ye. Mesaja mezinkirina têkoşînê ye. Ev fermana gel e ku daye me.’’
‘EM YEKÎTIYA KU NEWROZÊ AFIRANDÎ MAYINDE BIKIN’
Şakir diyar kir ku di Newrozê de hemû beşên civkaî hatin cem hev, mesaja yekîtiya neteweyî dan û weke tevger ev wê weke fermanê dibînin û got divê hêzên dî yên siyasî jî bi vî rengî nêz bibin û ji bo yekîtiyê mayinde bikin divê têbikoşin.
Şakir herî dawî got: ‘’Em weke Tevgera Azadiyê ji vê daxwaza gel re ji her demê zêdetir hazir in. Em bi dînamîkên xwe yên şoreşger ji gel pir bawer dikin. Em careke dî diyar dikin mesaj gel a ku di Newrozê de dayî ji bo me ferman e û ji bo ku em vê fermanê pêk bînin em ê heta dawiyê têbikoşin. Banga min ji bo hemû hêzên siyasî ew e ku bi giyanê yekitiyê di vê têkoşînê de cih bigirin. Divê em yekîtiya ku di Newrozê de derketî holê mayinde bikin. Êdî ji bo Kurdan pêvajoyeke nû dest pêk iriye. Her kes li gorî vê pêvajoyê divê helwesta xwe diyar bike.’’