Tevgera Azadî çû serdana Kakayiyên DAIŞ’ê êrîşî wan kirî

Tevgera Azadî çû serdana Kurdên Kakayiyên ku çeteyên DAIŞ'ê beriya niha êrîşî wan kirîbûn û li cihê ku qetlîam çêbûyî lêkolîn kirin.

Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kerkûkê, serdana sersaxiyê ji bo Kurdên Kakayiyên li gundê Libêh a girêdayî navçeya Kerkûk Daquqê ku beriya şevekê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî wan kirîbûn, kir.

Çeteyên DAIŞ'ê şeva borî di seat 23:00’an de bi cilên pêşmergeyan êrîşî gundikê Libêh ê girêdayî navçeya Kerkûk Daquqê kirin û Hûsamedîn Necmedîn, hevjîna wî, keça wî û şivaknekî Ereb qetilkirîbûn û 5 kes ji revandîbûn.

QALA QETLÎMAÊ KIR

Rêveberiya Tevgera Azadî ya bajêr û rêveberiya navçeya Daquqê îro di seatên nîvro de serdana konên sersaxiyê yên ji bo malbata Necmedîn kir û piştre derbasî cihê ku qetlîam çêbûyî û lêkolîn kirin. Li herêma ku qetlîam çêbûyî kurê Hûsamedîn Necmedîn Rehman Necmedîn (17) agahî da heyeta Tevgera Azadî û ragihand ku kesên êrîş pêkanîn 10-12 kes bûn û cilên pêşmergeyan li ber xwe kirîbûn. Necmedîn wiha got: "Ez di wê navberê de di nava wesayîtê de razayîbûm. Ez derneketim ji derve. Dayîk û xwişka min di nava malê de qetilkirin. Kesên êrîş dikirin Kurdî daxivîn û cilên pêşmergeyan jî liber wan bû. Dengbir bi çekên xwe ve kirîbûn û dengê çekan nehat. Bavê min jî nêzî 500 metre li pêş qetilkirin."

JI BERIYA NIHA GERÎLA PARASTIBÛ

Hat diyarkirin ku dama sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmê kiribûn, herêma ku nêzî salek û nîvê ji aliyê gerîlayên HPG’ê û YJA-Star ve dihate parstin, piştre parstina herêmê radestî hêzên pêşmerge kiribûn. Li gund Rêveberê Kerkûkê yê Tevgera Azadî Omer Hacî Hisên daxuyaniyek da û sersaxî ji malbatan re xwest, diyar kir ku weke tevger her demê li gel Kakayiyan cih girtine. Hisên destnîşan kir ku bûyer ji ber sistiya ewlekariyê pêk hatiye û got: “Divê herêm ji aliyê gelê herêmê ve bê parstin. Divê li vê herêmê gel bigihêje wê astê ku xwe bi xwe xwe biparêze. Tevî ku bi dehan car êşên mîna Şengalê bi serê me jî hat, heman şaştiyan dîsa berdewam dikin.”

‘DIVÊ BERPIRS BÊN CEZAKIRIN’

Piştî Hisên ximên malbata Necmedîn Seyîd Saed jî diyar kir ku demê çeteyên DAIŞ’ê sala 2014-2015’an a herî bi hêz li vê herêmê gerîlayan ew diparstin û bûyerekî bi vî rengî pêk nehatiye, divê berpirs bên cezakirin. Saed wiha got: “Li vê herêmê gelek ciwanên me perwerde dîtin û hêza Kakayiyan pêk anîn. Lê Wezareta Pêşmergeyan ew birin li cihê cuda erkdar kirin. Yekem berpirsên ji vê qetlîamê fermadarên pêşmergeyan ên li vê herêmê li ser erk in, berpirsyar in û daxwaza darezandinê dikin. Çawa çêdibe ku xeta sînor ewqas piştçav bê hiştin.”