Tevgera Azadî banga rawestandina bûyerên li Kerkûkê kir

Tevgera Azadî li ser êrîşa li çalakiya şermezarkirinê ya ji bo vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê daxuyaniyek da û bang kir ku tavilê pêşî li bûyeran bê girtin.

Derbarê bûyera li Kerkûkê de Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, eger pêşî li bûyera li Kerkûkê rûdide neyê girtin û bi aştiyane neyê çareserkirin, wê bibe sedema fitne û şerê di navbera mezheb û netewan de. Tevgera Azadî da zanîn ku ger bi awayek lezgîn pêşî li bûyerê neyê girtin wê bi xwere malwêranî bîne.

Dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Em weke Tevgera Azadî, dibêjin Kerkûk ne di dema borî de, ne jî niha, bi leşkerî û dîktatoriyê nayê rêvebirin. Şêwaza herî guncav ya rêvebirina Kerkûkê û Kerkûkiyan, divê xelkê Kerkûkê bi xwe biryarê li ser rêvebirina xwe bidin. Li gorî me eger bi awayek lezgîn pêşî li vê aloziyê neyê girtin, wê rê li ber destwerdana derve vebe.

Tişta ku li pişt xwepêşandanan çêdibe, di çarçoveya armanca sisasî û hilbijartinên pêşwext deye. Ji bo bidestxistina vê armanca qirêj, gel û xelkê Kerkûkê, aştî û yekîtiya gelan bibe qurbanî.

Em bang li hemû pêkhateyên li Kerkûkê dikin, bi baldarî nêzî rewşê bibin. Aştî û jiyana hevbeş bikin bingehê çareseriya pirsgirêkan da ku em bikarin komployên heyî bi hevre têk bibîn.”