Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Tevgera Azad: Lihevkirina di navbera herêm û Bexda girîng e

Tevgera Azadî li ser nêzîkbûna Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Bexda daxuyaniyek da û diyar kir ku lihevkirina di navbera Bexda û hikûmeta Kurdistanê de girîng e û bal kişand ser çend nuqteyan.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Silêmanî di civînek a çapemeniyê de bi daxuyaniyek helwesta xwe li ser lihevkirina hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê anî ziman û çend pêşniyarek pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Daxuyaniya Tevgera Azadî ku ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Mihemed ve hate xwendin, ev hate ragihandin: “Wek tê zanîn çend saleke di navbera Iraq û herêmê de ji hev dûr bûne. Ev ji jihevdûrbûn di gelek aliyan de pêkhatibû, sedemê vê jihevdûrketinê jî pirsgirêkên hundirîn bûn, hinek sedemên din jî ewbû ku bi destwerdanên dewletên cîran dixwestin dûrbûnê têxin nava Iraqê. Li beramberî vê jî ziyaneke mezin bigihêje nîştecihê Herêma Kurdistanê. Piştre projeya referandumê derket holê bê ku amadekarî jêre werin kirin û bingehek zanistî jêre were danîn, piştre ev proje bû sedem ku ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistan ji dest were girtin û bibe sedemê bi dehan pêşmerge û welatî şehîd û birîndar bibin. Di wê demê de welatên ku serkirdeyên herêmê bi dostê xwe dizanîn, li dij derketin û gefa dagirkirina Kerkûkê, xêr û bêra Kurdistanê kirin.”

Di beşek din a daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em Tevgera Azadî nêzîkbûna di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de girîng dibînin, li gorî me divê her tim pirsgirêk bi guftûgoyan werin çareserkirin.”

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de çend pêşniyarek jî pêşkêşî herdu aliyan kir; pêşniyar wiha ne;

1- Tevayî pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de bi taybetî jî pirsgirêka deverên bi nakok û neftê li gorî destûrê werin çareserkirin.

2- Ji bo bicihanîna vê lihevkirinê her yek ji parlamena Iraq û ya herêma Kurdistanê çavdêrî û çareserî bikin û nehêlin bikeve di destê hizban de.

3- Bila komîsyonek ji bo şopandina binpêkirinên ku li Kerkûk û navçeyên din ên bi nakok têne kirin were amadekirin û ev komîsyon dest danîna ser zeviyan û derxistina berpirsên Kurd lêkolîn bike.

4- Di demên derbazbûyî de gelek caran di demên lewaz de Iraqê daxwaza danûstandinan kiriye, piştî ji wê rewşa lewaz derketiye, sozên ku dabû xwe jê paşde kişandiye. Ji bo wê divê pirsgirêkên li gel herêmê çareser bike û girêdayî peymanê bimîne.