BI DÎMEN

Tevgera Apoyî, li gel komployê jî bû hêviya azadiyê ya gel

Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Ahmed Arîf: Komplo ji bo tesfiyekirina têkoşîna azadiyê hat kirin. Lê belê, ji wê rojê heta îro, têkoşîn mezintir bû.

Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Amed Arîf da xuyakirin, ku komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû destketiyên gelê Kurd hatiye kirin, lê belê berxwedana gerîla, şervan, pêşmerge û gel ji wê rojê ve mezintir bûye û li gelemperiya Kurdistanê belav bûye.

Arîf got, "Di sala 1999'an de bi komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan re, di şexsê wî de li dijî tevahiya gelê Kurd hat kirin. Hewl dan berxwedana gerîla tesfiye bikin. Komplo hê jî dewam dike." Arîf diyar kir, komplo bi pêşengiya Îsraîl, NATO, DYA û Tirkiyeyê ve hat kirin.

Arîf anî ziman, ji ber ku di şerê Sûriye-Îsraîlê de Kurdan cihê xwe li cem Sûriyeyê girtin, Îsraîlê ev komplo weke hilanîna tolê ji Kurdan pêk aniye û got, "Kurd bûyer û qewimînan, bi kûrahî nanirxînin û ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî bi kar nînin. Lê belê Îsraîlê ji bo hilanîna tola xwe ya dîrokî, ev kir."

'KOMPLO BI SER NEKET'

Arîf anî ziman, komplo negihaştiye armanca xwe û têkoşîna azadiyê ya Kurdan ji berê mezintir bûye. Ahmed Arîf got, "Gerîla îro jî li Qendîlê di pozîsyona parastinê de ye. Apo dîsa Apo ye. Servîsên îstîxbaratê yên navneteweyî, bi komploya navneteweyî û girtina Ocalan re tenê kesek girtin, nekarîn gelê Kurd dîl bigirin. Tenê karîbûn lîderê tevgera azadiyê ya Kurd bavêjin zîndanê, lê belê ji wan nehat ku têkoşînê tesfiye bikin. Eger di destê dewleta Tirk de bûya, heta niha wê gelek caran Ocalan îdam bikira. Lê belê Îmrali zîndaneke navneteweyî ye."

Arîf bal kişand ser bandora îdeolojiya PKK'ê di mezinbûna wê de û destnîşan kir, di dîroka Kurdan de tevgereke mîna tevgera Apoyî ya ku xwedî îdeolojî û bingeheke kûr e, nîne.

Arîf got, "Lewma tesfiyekirian tevgerên xwe dispêrin nêrîn û îdeolojiyê, ne hêsan e. Bi dîlgirtina lîderên wê, yan jî bi tesfiyekirina kesek, du kesan re tesfiye nabe. Fikir bi xwe mîna gihayê ye." Arîf da xuyakirin, ku ser vê tevgerê ji jorê bê birîn jî, ji jêrê hê bi xurtî şîn dibe.

'TEVGERA APOYÎ BÛ HÊVIYA KURDAN'

Ahmed Arîf anî ziman, tevgera Apoyî û gerîla bi têkoşîna xwe hêz û hêvî dan gelê Kurd û bal kişand ser têkoşîna vê tevgerê ya li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gel.

Arîf da xuyakirin, felsefeya Apoyî li çar parçeyan belav bûye û ji bo çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê jî got, "Êdî li Başûrê Kurdistanê jî bi cih bûye. Lê belê li Başûrê Kurdistanê divê rêbazeke nerm a têkoşînê esas were girtin. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê ciheke ku bi krîza siyasî û aborî derb xwariye. Gelek hêzên li başûr bi rêya desthilatdariya xwe zextê li gel dikin. Lewma divê bi rêbazeke têkoşînê ya nerm, mirov werin zanakirin. Ji ber ku gelê Başûrê Kurdistanê di nava partiyan de parçe bûye û ti ji partiyan li gorî berjewendiyên neteweyî tevnagerin. Derdê wan dewlemendbûn e. Girîng e PKK bi rêbazeke nerm, xwe nede aliyekî û gel zana bike. Eger bi vî rengî pêşengiyê ji pêkhatina kongreya neteweyî re bike û kongreya neteweyî ya Kurdan pêk were, wê Ocalan yekser azad bibe."