TEV-DEM'ê parêzvanên Şengalê YBŞ û YJŞ silav kir

TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 6'an a êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û şervanên YBŞ û YJŞ silav kir ku Şengalê diparêzin.

Bi rasthatina salvegera 6'an a komkujiya li Şengalê ya ku çeteyên DAÎŞ'ê di 2014`an de li dijî civaka Êzidî pêk anîbû, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEM'ê, komkujiya li Şengelê û sûcên çeteyên DAÎŞ'ê yên der exlaqî yên li dijî jinan û civaka Êzidî şermezar kirin û got: "Çeteyan ji komkujiyê û sûcên ku kirine, armanc dikirin Êzidiyan qir bikin û çand û dîroka wan tune bikin."

TEV-DEM'ê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku komên çete tevahiya cureyên çekan û yên qedexekirî bi kar anîn û komkijiyên hovane yên dûrî nirx û pîvanên navdewletî pêk anîn û ev tişt diyar kir: "Çeteyan cudahî nekirin di navbera jin, zarok û temen mezin de. Heta cihên dîrokî ji sûcên wan nefilitîn."

TEV-DEM'ê bal kişand ser ku tiştên ku çeteyên DAÎŞ'ê nikarîn li Şengelê pêk bînin û diyar kir ku piştevanê komên çete Erdogan bi êrişên li ser Şengalê dixwaze heman tiştî bike.

TEV-DEM'ê berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê silav kir û bi bîr xist ku şervanan berxwedanek destanî nîşan da û Şengal parast û wiha got:"Qurbaniyên ku li Şengalê hatin dayîn bûne zemîna rêya me ya îro."

TEV-DEM'ê di dawiyê de sersaxî ji civaka Êzidî bi giştî û malbatên Êzidî yên qurbaniyên komkujiyê bi taybet re xwest û piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re heta ku êriş li dijî wî bi dawî dibin, rave kir.