Terora dewleta Tirk a ‘15’ê Sibatê’: 735 kes hatin destgîrkirin

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk ragihand ku di operasyonên ji bo salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 735 kes destgîr kirine.

Wezareta Karê Navxweyî bîlançoya destgîrkirinên di dema çalakiyên protestoyê û serdegirtinên malan de eşkere kir.

Li gorî wezaretê di operasyonan de bi giştî 735 kes hatine destgîrkirin. Wezaretê diyar kir ku di serdegirtinên malan de 685, di demê çalakiyan de 50 kes hatine destgîrkirin. Li aliyê din wezaretê eşkere kir ku ji kesên hatine destgîr kirin 61 kes hatine girtin û 226 kes jî hatine berdan. Wezaretê ragihand ku lêpirsîna 448 kesên hatine destgîrkirin jî didome.