Tenduristiya Guven nebaş bûye: Dibe ku rewşeke neyînî rû bide

Leyla Guven ku 89 roj in di greva birçîbûnê de ye, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê der bûne. Nema dikare bi tena serê xwe bimeşe, êşa mîdeyê lê giran bûye û bi zehmetî avê vedixwe. Hişyarî tê dayin ku rewşeke neyînî dikare rû bide.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 89 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê der bûne.

Tê gotin, tansiyona Guven gelekî ketiye, bêhal bûye, nema dikare razê, bi zorê avê vedixwe, êşa li mîdeya wê giran bûye, ronahî û bêhn tehdeyê li wê dike. Guven bêyî alîkariyê nikare bimeşe. Heta niha 11.5 kîlo li xwe kêm kiriye.

KEDKARÊN TENDURISTIYÊ: DIBE KU REWŞEKE NEYÎNÎ RÛ BIDE

Kedkarên tenduristiyê hişyarî dan û gotin, "Di demên destpêkê yên greva birçîbûnê de ji ber kêmbûna karbonhîdratan û helîna donê bedena mirovan, mirov kîlo li xwe kêm dike. Bi dewamkirina greva birçîbûnê re proteîna li masûlkeyan kêm dibe. Ji ber ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye roja 89'an û êşên li masûlkeyan lê der bûne, eşkere ye ku proteîna li masûlkeyan dihele, kêm dibe. Ev yek jî nîşan dide, rewşa wê ya tenduristiyê di her kêliyê de dikare ji nişka ve biguhere û dibe ku rewşeke nayê xwestin rû bide."