Temîzkan: Diya min di şertên herî xirab de jî bi moral e

Keça parlamentera HDP'ê Leyla Guven, Sabîha Temîzkan li ser diya xwe got, ew jineke xurt e û domand, "Diya min di şertê herî xirab jî bi moral e."

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla  Guven a bi mebesta rabûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, mehek li pey xwe hişt.

Keça parlamenter Leyla Guven Sabîha Temîzkan ku herî dawî di roja 26'an a çalakiyê de çûyî hevdîtina diya xwe got, rewşa giştî ya tenduristiya diya wê baş e lê hinekî li xwe şikandiye. Temîzkan diyar kir, moralê diya wê geş e, ji bo daxwaza wê bicih were biryardar e ku çalakiya xwe bidomîne. Temîzkan diyar kir, diya wê Guven gotiye, ji bo aştiya civakî roleke girîng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e û ev çalakiya wê jî parçeyek ji hewldanê aştiyê ye.

'DESTEKA LI ÇALAKIYÊ  BICÎHANÎNA DAXWAZÊ PÊKAN DIKE'

Temîzkan li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên destekdayinê yên siyasetmedarên Kurd û girtiyên siyasî jî got, diya wê Guven gotiye, "Di her derfet û delîveyê de ji bo desteka partiya wê û derdorê demokratîk spasiyên xwe dide. Dibêje, destek çendî geş bibin, bicihanîna daxwazê bêhtir pêkan dibe."

'DIYA MIN PIR BI MORAL E'

Temîzkan diyar kir, diya wê jineke pir xurt e, di şertên herî giran de jî bi moral e û got, "Diya min tim hêzê dide min. Dema ku diçime cem, li bara wê xwe pir bêhêz dibînim."

Temîzkan got: "Gelekî li xwe dişkîne, lê moralê wê tim baş e. Dema ku dibîne ji hêviya gelan re dibe hilmek ev wê pir motîve dike."