Temîzkan: Dema ku mesele Kurd bin, hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn

Sabîha Temîzkan a ku keça Leyla Guven e ya ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê were rakirin ketiye greva birçîbûnê diyar kir ku sedema ferzekirina tevlêbûna bi rîngê ya cenaze bêwijdanî ye.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 60 roj in di greva birçîbûnê de ye. Keça Guven, Sabîha Temîzkan pirsên ANF’ê bersivand. Temîzkan diyar kir ku li ser dayîka wê hatiye ferzkirin ku ew bi rîngê tevlî cenazeyê dayîka xwe bibe û dema ku mesele Kurd be, hiqûqa dijminantiyê tê pêkanîn.

Temîzkan bal kişand ser vî tiştî ku nexweşiyên dayîka wê dest pê kiriye û nikare bimeşe. Temîzkan got ku, “Tenduristiya wê asta krîtîk a di grevên birçîbûnê de derbas kirite. Êdî tansiyona wê ketiye, êş dikeve serî, li hemberî ronahî, bêhn û deng hassiyet hatiye destpêkirin. Ji ber bêhalî û ketina tansiyon nikare bimeşe. Moralê wê bilind e û diyar dike ku ji ber vê çalakiya wê ew aramiyeke manewî û xwe xurt hîs dike.”

Temîzkan derbarê wefata pîra xwe jî got ku,” Pîra min jineke xurt bû. Xalê min di dema zanîngehê de hatibû girtin û pîra min emrê wê li ber girtîgehan derbas bû. Diya min dema ku di operasyonên KCKD’ê de hate girtin jî pîra min ji ber tendirustiya xwe nikaribû biçûya serdana wê û di wê demê de kalê min jî rehmet kir. Diya min çawa ku nekaribû biçe ser cenazeyê bavê xwe û niha jî nekarî biçe ser cenazeyê diya xwe. Mirovek 60 roj in di greva birçîbûnê de ye û li ser wê tê ferzkirin ku bi rîngê tevlî cenaze bibe. Ev bêwijdanî ye. Dema mesele Kurd bin, hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn. Diya min cezayekî wê yê teqez jî tune. Ji ber îddîayekê diya min hatiye girtin û tu ferqa wê ji parlementeran niha li meclîsê tune. Kurd heta niha bi têkoşîna xwe hebûna xwe diyar kirine. Niha çalakiya ku diya min daye destpêkirin li gelek girtîgehan hatiye belavkirin. Kurd ji bo aştiyê careke din li ber xwe didin. Çalakgerên greva birçîbûnê diyar dikin heta ku daxwazên wan bi cih neyê ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Daxwaza wan ev e ku tecrîda li Îmraliyê were rakirin û pêşiya aştiyeke civakî were vekirin. Ez hêvîdar im bêyî ku zirarek pêk were, ev daxwaz bi cih werin.”

Temîzkan derbarê diya xwe de jî got ku “Ji cerga ku min xwe nas kiriye heta niha diya min di nav vê têkoşînê de ye. Dijwar e ku mirov keça dayîkeke wisa be lê di heman demê de xurtbûnê jî nîşanî we dide. Ez her dema ku diçim serdana diya xwe, ez dibêjim qey ez ê wê di halekî xerab de bibînim lê ew her carê dilê min hênik dike. Ew çawa vî tiştî dike ez nizanim lê dibêjim qey razeke dayîktiyê ye.”