Temîzkan: Dayika min naxwaze êdî rondik ji çavan bibarin

Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan li ser rewşa Guven axivî û got, "Derd û daxwaza dayika min ew e ku bes rondik ji çavan bibarin. Ez bi tirs û fikar im."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, du meh in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Keça wê Sabîha Temîzkan ji ANF'ê re behsa rewşa tenduristiyê ya dayika xwe kir. Temîzkan diyar kir herî dawî 31'ê Kanûnê dayika xwe dîtiye.

Temîzkan anî ziman ku dayika wê ji aliyê fîzîkî ve baş xuya dikir û heta wê wextê dikarîbû li ser piyan bisekine. Temîzkan got, "Lê belê tenduristiya wê ji asta krîtîk derbas bû. Êdî tansiyonê wê dikeve, bê hal dibe, êşa serî rû daye, gêj dibe, ji ronahî, bêhn û deng re gelekî hesas bûye û êşa mîdê lê der bûye. Ava şor û şêrîn û vîtamînê digire. Vîtamîna B1'ê jî didin. Tevî ku rîskeke giran niha li ser jiyana wê nîne jî, em bi tirs û fikar in ku di her kêliyê de agahiyeke nebaş were. Ji ber ku êdî roja 60'î ya greva birçîbûnê ye û asta krîtîk e."

'ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ BILA BIKE'

Temîzkan li ser bandora çalakî û piştgiriyên derve li ser girtîgehê jî got, "Li dora daxwaza dayika min li hev civiyan û li girtîgehên din jî grevên birçîbûnê dest pê kirin. Li derve jî çalakiyên piştgiriyê tên lidarxistin. Lê belê pêwîstî bi wê heye ku dengekî hîn xurt bilind bibe. Grevên birçîbûnê di asta krîtîk de ne, lewma ji bo encameke neyînî dernekeve holê çi ji destê kê tê bila bike. Dayika min dibêje ku daxwaza wê wê pêşî li aştiya civakî veke. Yekane derd û daxwaza wê ew e ku bes rondik ji çavan bibarin. Ez ji rewşa wê bi tirs û fikar im. Em bibin dengê Leyla Guven û hevalên wê."