Temellî: Wê têkoşîna me ya li dijî xirabiyê bidome

Li taxa Aligor a navçeya Pirsûs a Rihayê hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, bi çoşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di dorhêla xebatên hilbijartinê de li navçeya Pirsûs a Rihayê bi gel re civiya. Temellî, di ketina otobana Riha-Dîlokê de ji hêla Rihayiyan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. HDP'yiyên xwestî tevlî konvoyê bibin ji hêla leşkeran ve hatin rawestandin. Piştî nîqaşa di navbera HDP’yî û leşkerên Tirk de destûr hat dayîn ku konvoy derbas bibe. Temellî bi konvoyê çû taxa Alîgor a navçeya Pirsûsê û li vê derê Temeli ji hêla girseya ku ji jin, zarok û niştecihên taxê pêk dihat ve hate pêşwazîkirin.

Gel li pêşiya otobusa hilbijartinê ya ku Tmelli tê de bû meşiya û bi dirûmeyan piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê diyar kirin. Temellî, ligel ku di bernameya wî de nîn bû jî li vir konvoy da sekinandin û bi gel re govend hat grerandin.

Temellî li vir xîtabî gel kir û got ku li her derê pêşwaziyên gel vediguherin mîtîngan. Temellî got, "Çiqas dixwazin bi wî zimanê xwe yê bi jehr bila jehrê vereşin. Em ê li hemberî xirabiyê têkoşîna başiyê bidin. Bi dijminatiya vî gelî, bi tinehesibandina wî, li Tirkiyeyê bi tinekirina aştiya civakî re dibêjin qey wê li ser desthilatdariyê bimînin.”

Temellî û girseya pê re piştî pêşwaziya gel û silavdayînê buroya hilbijartinê ya HDP’ê vekirin.

Temellî, di bin eleqeyeke mezin de ber bi Pirsûsê ve derkete rê.